Piştî 17 mehan ceza kirin

Duşem 16 Gulan 2022 - 21:33

  • Piştî 17 mehan, 5 girtiyên Behdînanê hatin dadgehkirin û Dadgeha Hewlêrê li her yekî ji wan 2 sal cezayê girtîgehê birrî.

Piştî 17 mehan, 5 girtiyên Behdînanê hatin dadgehkirin û Dadgeha Hewlêrê li her yekî ji wan 2 sal cezayê girtîgehê birrî.

Di Kanûna 2020’an de bi hinceta têkdana asayîşa nîştîmanî-qanûneke Iraqê ye-, 5 aktivîstên Şêladizê li Behdînanê ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin.

Doh Dadgeha Hewlêrê biryara dawî ya li ser her pênc girtiyan da û li her yekî ji wan du sal cezayê girtîgehê birrî.

Parêzerê Girtiyên Behdînanê, Remezan Ersin bi daxuyaniyekê ji çapemeniyê re got, dadwer biryar daye ku ew girtî bi şert werin berdan. Ji bo vê jî divê piştî meheke din her 5 girtî werin berdan.

Li gorî yasaya azadkirina bi şert ya Dadgeha Herêma Kurdistan, her salek ceza, 3 meh jê tê kêmkirin. Li gorî vê biryarê cezayê 2 sal dibe, 18 meh.

Her pênc girtiyên ku ceza li wan hatiye birrîn ev in:

Mihemed Nacî Sedîq: Di 9’ê Kanûna 2020’an de hatiye girtin.

Kovan Tariq Cîbraîl: Di 9’ê Kanûna 2020’an de hatiye girtin.

Yusif Şerîf Îbrahîm: Di 9’ê Kanûna 2020’an de hatiye girtin.

Ehmed Yûsif Mistefa: Di 14’ê Kanûna 2020’an de hatiye girtin.

Nêçîrvan Behdî Hacî: Di 14’ê Kanûna 2020’an de hatiye girtin.

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.