Piştî 140 salan dîsa hat dîtin!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 21 Mijdar 2022 - 01:47

Kevoka ku pişta stûyê wê “reş” e û bi navê “gura” tê zanîn piştî 140 salan dîsa hate dîtin. Kevoka Gura, herî dawî beriya 140 salan li Papuaya Gîneya Nû hatibû dîtin, ku ew tenê li Girava Fergusson dijî.

Kevoka “gura” çûkekî taybet e û li her derî najî. Cara ewilî sala 1882’yan li Girava Fergusson hatibû dîtin, lê piştî wê li ti deverê nimûneyeke wê nehate dîtin. Ev kevok ji hêla zanyaran ve hatibû kifşkirin.

Bernameya bi navê “Bernameya winda ya çûkan” ku ji 8 zanyaran pêk tê û girêdayî “American Bird Conservancy (Parastina Teyran a Emerîkî)” ye, ragihand ku wan piştî 140 salan dîsa “kevoka gura” dîtiye. Rêveberê bernameyê John C. Mittermeier derbarê vê kifşa xwe de dibêje, “Demeke dirêj bû ku şopa vê kevokê winda bûbû. Me wisa dizanîbû ku êdî nifşê wan qir bûye. Bifikirin, weke ku hûn hespekî bi qiloç bibînin, yanî ev kifşa me ewqasî giring e. Tiştekî bêhempa ye ev kifş.”

Ji xeynî “kevoka gura” 20 çûkên din jî hene ku êdî nayên dîtin û nifşê wan ji holê rabûye. Ji lewma, dîtina “kevoka gura” hêviyek bi zanyaran re çêkir da ku ew bidin pey şopa çûkên din yên nifşên wan winda bûne.

GÎNE

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.