Li “Gravên Galapagos” ên Ekwadorê kûsiyekî qerase yê 112 sal kiriye, hate dîtin. Ev kusî mê ye, bi salan di nav daristanê de maye û xwe dûrî mirovan girtiye. Wisa dihat zanîn ku ev cureyê “Chelonoidis phantasticus” yê kûsiyan êdî nemaye, lê kûsiyê me van salan xwe nîşan daye û gotiye ez li vir im.
Li Gravên Galapagos bi ajalên din re gelek cureyên kûsiyan hene. Lê kûsiyên wiha herî dawî beriya 112 salan hatibûn dîtin û raporkirin. Piştî wî jî zoologan bawer dikir ku qirra van kûsiyan hatiye û tine bûne. Lê bi dîtina vê kûsiya qerase careke din bi hêvî bûne. Wisa tê texmînkirin ku ev kûsî 112 salî ye.
Zanyar û berpirsyarê “Galapagos Conservancy” Dr. James Gibbs dibêje, “Nehêniya herî mezin a Galapagos cûreyê van kûsiyan e. Kifşkirina vî cureyê kûsiyan di dema xwe de çêbû ji ber ku êdî me hêviya xwe jê birrîbû.”
Niha jî ji bo kûsiyekî ji heman cureyî yê nêr bibînin, lêkolîner hewl didin da ku ev cure zêde bibe û neslê wî ji holê ranebe.
NAVENDA NÛÇEYAN