Piştgiriya mamosteyan berfireh dibe
Sêşem 4 Sibat 2025 - 03:25
Çalakiya karmend û mamostayên nerazî ya li dijî nedan û derengxistina muçe, li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê di roja 8’an de berdewam dike. Rojane mamosta, karmend, kesayetên siyasî û çalakvan serdana konê çalakiyê dikin û piştevaniya xwe ji bo grevê nîşan didin. Rêveberê Kompanya Çetir Kemal Hesen Heme Reza di serdana ji bo konê çalakiyê de axivî û got:“Ev grev ne tenê ji bo bajarê Silêmaniyê, ji bo hemû mamostayên Kurdistanê ye. Hêvîdarim gel bersiva vê bangê bide. Lê mixabin desthilata ku Başûrê Kurdistanê bi rêve dibe, hê jî di xew deye û şiyar nebûye. Ev hikûmeta ku tenê bi navî hikûmete, dixwaze bi rêya medyaya xwe ya sexte nirxê vê helwesta pîroz a mamosteyan kêm bike. Desthilat ji bo ku mamostayan ji vê helwesta pîroz paşde vekişîne, senaryoyên derew belav dikin.”
Dana Ebdul jî got:“Tevahiya gihikên welat ji ber bêîstîqrariya mûçeyan wêran bûne. Karmend ji tewtînkirina mûçeyan ne piştrastin. Dibe di encama çalakiya grevê de, tewtînkirina mûçeyan bikeve pratîkê. Kesên di grevê de karek mezin kirine. Li gorî danasîna Neteweyên Yekbûyî, karê bê heqdest weke koletiyê ye. Divê di berdêla karê tê kirin de mafên wan bên dayîn.”
Meşa ji Kelar heta Silêmaniyê
Li aliyekî din mamosta û karmendên Silêmaniyê li ber Parka Melîk Mehmûd meşek lidarxistin. Meşa mamosta û karmendan heta li ber Ofîsa NY ya li Silêmaniyê berdewam kir.
Beşek ji mamosta û karmendên Herêma Germiyan jî li navçeya Kelarê, bi armanca piştgiriya ji bo mamostayên li Silêmaniyê ketine grevê, çalakiyek lidarxistin. Derbarê mijarê de mamosta Arî Ezedîn axivî û got:“Îro em weke mamosta, karmend û xwendevanên Kelarê, piştgiriyê didin mamostayên li Silêmaniyê di grevê de. Desthilatdarên herêmê bersivek guncav nadin mamostayan, lewma grev dewam dike, ji bo wê em ê jî weke xelkê Germiyan hertim piştgiriya mamostayan bikin.”
Piştî çalakiyê, komek mamosta û karmendên nerazî, ji bo piştgiriya greva mamostayan, dest bi meşê kirin. Mamosta û karmend dixwazin ji bo piştgiriya grevê, ji Kelarê heya Silêmaniyê bimeşin.
ROJNEWS