• PKK'ê bang li DYE û hêzên din ên hevparê komploya navneteweyî kir: Destê xwe nexin xwîna Kurdan û êdî piştgiriyê nedin êrişên mêtingerî-qirkeriyê yên faşîzma AKP-MHP'ê.

Komîteya Rêveber a PKK'ê têkildarî salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuayaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "22 sal in di serî de DYE û dewleta Tirk ji aliyê heman hêzan ve bi rengê sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê tê dewamkirin. Lewma, dewleta Tirk a qirker ku dijminê Kurdan e û dixwaze hebûna Kurdên azad tune bike, herî zêde ji DYE'yê û sîstema modernîteya kapîtalîst a global piştgiriyê werdigire. DYE û hêzên din bi vî rengî veguherîne hevparê yekser ê sûcê qirkirinê yê li dijî gelê Kurd."

Em ê li dijî komployê têbikoşin

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê wiha ye: "Em di salvegera 22'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de ne, ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di şexsî wî de jî li hemberî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê hate kirin. Em dest bi sala 23'an a berxwedana mezin a li dijî komployê dikin. Destpêkê, em Rêber Apo yê ku bi berxwedana xwe ya mirovê azad ê mezin komplo têk bir û Berxwedana Îmraliyê ya dîrokî silav dikin. Şehîdên me yên leheng ên ku bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li dora Rêber Apo bûn xelek û 23 sal in komployê têk dibin, di şexsê şehîdên destpêkê yên berxwedana li dijî komployê hevrê Halît Oral û Aynûr Artan û şehîdê herî dawî Dilşêr Herekol de hemûyan bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînin. Bi navê tevgerê û gel, em dibêjin ku di sala 23'an de li ser bingeha pêngava xwe ya 'Dema azadiyê ye' em ê hîn bi xurtî li dijî komployê têbikoşin û hîn bi rengekî mezin bi ser bikevin.

15ʼê Sibatê Roja Qirkirina Kurdan

Weke ku tê zanîn komploya navneteweyî xwe dispêre sîstema qirkirina Kurdan û êrişeke topyekûn e ku ji bo tunekirina hebûna gelê Kurd û qirkirina Kurdan hatiye kirin. Bi vê armancê destpêkê di nava meha Sibatê ya sala 1925'an de li dijî Şêx Seîd û hevalên wî hate kirin, piştre jî weke êrişa li Agirî, Dersimê, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dewam kir. Piştî ku Rêber Apo û PKK bûn temsîlkarê hebûn û azadiya Kurdan û çareseriya azadîparêz-demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd ferz kirin, komplo veguherî êrişek li dijî wan. Lewma em di salvegera 96'an a komploya 15'ê Sibata 1925'an, di salvegera 22'an a komploya 15'ê Sibata 1999'an de ne. Ji ber vê yekê Rêber Abdullah Ocalan 15'ê Sibatê weke 'Roja Qirkirina Kurdan' îlan kiriye. Komplogerî ew rêbaz e ku ji aliyê sîstema qirkirina Kurdan ve bi xurtî tê bikaranîn.”

Li ber qirkirinê rabin ser piyan

Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKKʼê de êrişên dewleta Tirk a dagirker li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê têne bi bîr xistin û tê destnîşankirin ku dewleta Tirk li her cihê Kurd doza mafê xwe dikin bi armanca qirkirinê êriş dike û ji bo vê jî êrişa dewleta Tirk a herî dawî li ser qada Garê mînak tê dayîn bang li gelê Kurd û dostên wan tê kirin û tê gotin: “Em bang li ciwan û jinên Kurd, gelê me yê welatparêz û dostên xwe yên demokratîk ên li çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyên cîhanê dikin, ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Garê rabin ser piyan, dakevin qadan, li her qadê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk têbikoşin û piştgiriyê bidin berxwedana dîrokî ya hêzên me yên gerîla yên leheng."

NAVENDA NÛÇEYAN