Piştgiriya çalakiyê berfireh dibe

Pêncşem 6 Sibat 2025 - 03:20

Ev 10 rojin mamosta û karmendên nerazî li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê ji bo dayîna muçe ya di dema xwe de û çend daxwazek din, ketine greva birçîbûnê. Çalakî didome û her ku diçe piştgiriya bi çalakiyê re jî berfirehtir dibe. Di nava 24 saetên borî de gelek kesayet, serokên partî û hunermendan serdana çalakvanan kirine.

Siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî serdana konê çalakiyê kir û li vê derê ji çapemeniyê re axivî û got:“Çalakvanên greva birçîbûnê wek erkek netewî daxwaza mafên xwe dikin û em destxweşiyê li wan dikin. Çalakvanan peyam dane desthilata Herêmê ku êdî nabe hertişt li gor xwesteka wan be.”

Di dewamê de Edhem Barzanî da zanîn ku divê serokê hikûmetê bi vî rengî li beramberî daxwazên muçexweran de bêdeng nemîne. Pêr bi şev jî Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî serdana çalakvanan kir û nêzî du saetan li gel çalakvanan runişt û guh da daxwaz û pirsgirêkên wan. Hunermendên Başûr Hikmet Hindî, Mahîr Hesen, Luqman Selîm û çend hunermendek din serdana konê çalakiya greva birçîbûnê kirin û piştgiriya xwe ji bo çalakvanan anîn ziman. Her wiha Nûnerê Tevgera Nifşê Nû jî serdana kon kir, lê alozî derket, mamosta û karmendan xwest ku nûnerê Tevgera Nifşê Nû ji kon derkeve.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.