- Rojiya mirinê ya ronakbîr, nivîskar û rojnamevanên ku PDK’ê ew girtine, kete roja 25’an. Parazvanên mafan bi armanca piştgiriyê wê di 4’ê Cotmehê de çalakiyên girseyî li dar bixin.
Rojiya mirinê ya ronakbîr, nivîskar û rojnamevanên ku PDK’ê ew girtine, kete roja 25’an. Parazvanên mafan bi armanca piştgiriyê wê di 4’ê Cotmehê de çalakiyên girseyî li dar bixin.
Organîzetorên kampamyayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wan got, hejmareke zêde ya kesayet û dilsoz bi awayekî derveyî qanûnan hatine girtin û hinekan ji wan dest bi grevê kiriye.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Girtiyên Behdînanê ew kes in ku ji ber parastina maf û daxwazên baş ên giştî yên civakê, êşê dikişînin. Neheqiyeke mezin li wan tê kirin. Lewma nabe em wan bi tenê bihêlin. Ji ber me di girtîgehê de ne û erka me hemûyan e li derveyî girtîgehê xwedî li wan derkevin.”
Di dawiya daxuyaniyê de tê gotin, li seranserî navçe û bajarên Herêma Kurdistanê û derveyî herêmê bi armanca çareserkirina doza wan di 4’ê Cotmehê de weke erkeke exlaqî û nîştimanî ew ê dest bi xwepêşandanê bikin.
4’ê Cotmehê di saet 10.00’an de li ber dadgehên navçe û bajarên Herêma Kurdistanê xwepêşandan wê werin kirin.
HEWLÊR