Komên Yekîtiy Nîştimanî Kurdistanê (YNK) û Tevgera Gorran ên li Parlamena Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe ya ji bo Kampanya Înîsyatîfa Navneteweyî ya Aştiyê ya ji bo Parastina Kurdistanê anîn ziman ku armanca wê pêşîgirtina li şer e.

Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Aştiyê ya ji bo Parastina Kurdistanê ev çend roj in li Hewlêrê hevdîtinan dike. Serdana Parlamentoya Herêma Kurdistanê kir û ji aliyê komên Yekîtiy Nîştimanî Kurdistanê (YNK) û Tevgera Gorran ve hate pêşwazîkirin.

Seroka Koma Tevgera Gorranê Gulistan Seîd der barê hevdîtinê de got, “Komên Tevgera Gorran û YNK’ê yên li Parlamena Kurdistanê, piştgiriya xwe ya ji bo her hewldaneke ji bo pêşîgirtina li şer û pêkanîna aştiyê anîn ziman. Di hevdîtinê de hate gotin, statu û serweriya xaka Herêma Kurdistanê, xak û welatiyên wê ji her destdirêjiyekê divê were parastin.”

Li gorî Komên YNK û Tevgera Gorran erka saziyên destûrî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê ye bi hevkariya civaka navneteweyî ji bo aştiyê û rawestandina êrişên li dijî xelk û xaka Herêma Kurdistanê, her hewldanê bike.

Parlameterê berê yê Norwecî Arling Folkvord, Senetorê Fransa û Serokê Komîteya Peywendiyên Derve û Endamê Partiya Komunîst Pierre Laurent, Şaredarê berê yê Cenevreyê Rami Pagani, Seroka Şaxê Medico Internetional ê Swîsreyê Dr. Maya Katherina Hess, Lêkolînera Aştî û Şerî li Dibsitana Bilind a Emden/Leer a Elmanyayê Mechthild Exo û siyasetvan Sînan Onal di şandeyê de cih girtin.

HEWLÊR