Piştgirî bidin azadiya rêber Ocalan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 6 Sibat 2024 - 00:10

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayê girtin, li gorî parêzeran ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve tenê di navbera Gulan-Tebaxa 2019’an de 5 hevdîtinên parêzeran pêk hat, hevdîtina herî dawî jî di 7’ê Tebaxa 2019’an de bû. Ji sala 2014’an û vir ve tenê 5 hevdîtinên malbatan hate kirin. Herî dawî Rêber Ocalan di 3’ê Tebaxa 2020’an de rûbirû bi birayê xwe re hevdîtin pêkanî.

Axaftina bi telefonê ya herî dawî bi Rêber Ocalan re, di 25’ê Adara 2021’an de demeke kurt de qut bû û ji wê rojê ve ti agahî ji Rêber Ocalan nayê girtin. Hunermendên Başûrê Kurdistanê di derbarê tecrîda girankirî û azadiya Rêber Ocalan de axivîn.

Hunermendên Başûrê Kurdistanê derbarê komploya navnetewî ya dijî Rêber Ocalan û azadiya wî de gotin; “Ji ber ku siyasetek rast ji bo gelê xwe dike, Rêber Ocalan tê tecrîdkirin, divê rewşenbîr û hunermend piştgiriyê bidin azadî û rêbaza Rêber Ocalan bişopînin.”

Divê hunermend ji bo Ocalan her tiştî bikin

Hunermend Karwan Neî da zanîn ku serkirdeyên Kurdan yên ku xemxarê gelê xwe ne, tên girtin û tecrîd kirin, Rêber Ocalan jî ji ber siyasetek rast ji bo gelê xwe dimeşîne, hatiye tecrîdkirin û got; “Tecrîd valehiyek mezin çêkiriye, wê bi azadiya Ocalan gelek tişt werin guhertin. Ji ber ku min hemû nirxandinên rast yên derbarê azadî, aştî û jiyana hevbeş de, ji Rêber Ocalan bihistiye, ji bo vê pêwîste her kes piştgiriyê bide azadiya wî.”

Hunermendê bi navê Fatîh Baba Kerîm jî li ser heman mijarê destnîşankir ku divê ew weke hunermend û rewşenbîr, rêbaza Rêber Ocalan bişopînin, wek sedem jî dibêje; “Ji ber ku di nirxandin û nivîsên Rêber Ocalan de, hemû prensîbên demokrasî û mafê mirovan hene. Ji bo vê jî pêwîste hunermend, rewşenbîr û nivîskar ji bo Ocalan her tişt bikin. Zext li welatên Rojava bikin, ji ber ku ti helwestek wan ya li beramberî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan nîne.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.