• Malbata Şenyaşar ji bo rêveberiya ku li pişta zaliman e got, "Bila tarûmar bibe."

Malbata Şenyaşar ji bo rêveberiya ku li pişta zaliman e got, "Bila tarûmar bibe."

Parlamenterş AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê li Pirsûsa ser bi Rihayê qetil kiribûn. Ew tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ev 273 roj in ku ji bo edaletê li ber Edliyeya Rihayê nobetê digire.

Malbat ê doh li ser hesabê xwe yê Twitterê bi peyamekê got, bila desthilata zaliman hilweşe: "Hikûmetên ku bingehê xwe ne edalet be, riziyayî ne. Di hejîneke piçûk de wê hilweşin. Rêveberiya ku li pişt zaliman disekine, bila hilweşe. Hilneweşe bila tarûmar bibe."

RIHA