Piştgirê Rojava kêfî girtin

Duşem 5 Cotmeh 2020 - 23:00

Parêzerê çalakgerê hawîrdorparêz ê Swîsrî, ê ku li Başûr asayîşa PDK´ê ew girtiye, dibêje, muwekilê wî hîna dernexistine pêşberî dadger. Parêzer dibêje, ti hinceteke bi rastî ya girtina muwekilê wî nîne, lewma nasnameya wî pirr bi hêsanî dikare bê piştrastkirin.
Parêzerê çalakgerê hawîrdorparêz dibêje, muwekilê wî kêfî hatiye girtin. Wî got haya rayedarên Swîsrî jî ji girtina wî heye. Ev Swîsriyê hanê ji Cenevreyê ye û ekolojîstekî çepgir e û par ji bo projeya Make Rojava Green Again (Rojava ji nû ve heşîn bike)
çûbû Rojava.
Parêzerê wî got, bihara bihurî wî vîzeya xwe ji bo salekê dirêj kiribû. Lê gava ku beriya çendekê wî xwest vegere Swîsreyê, li Dihokê ew hatiye girtin. Weke hincet jî asayîşa PDK´ê îdîa dike ku pasaporta wî li cemê nebûye. Wî jî gotiye, gava ew di sînor re derbas dibû, pasaporta wî winda bûye.
Niha ev qederê 2 hefteyan e ku hawîrdorparêzê Swîsrî yê ji Cenevreyê li Hewlêrê tevî du biyaniyên din girtiye. Parêzer got, ew gumanê ji wê yekê dike ku hincetên hatî gotin bi rastî sedema girtina muwekilê wî bin, lewma nasnameya muwekilê wî kariye bi hêsanî bê piştrastkirin. Ew dibêje, muwekilê wî ji ber ku piştgiriya Rojava kiriye, kêfî hatiye girtin. Parêzer wekî din dibêje, heta niha muwekilê wî derneketiye pêşberî dadgerekî jî.

CENEVRE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.