Piştevaniya Kubayê: Ji Ocalan re azadî!
Pêncşem 15 Tebax 2024 - 02:10
Dîrektora Ragihandinê ya Kampanya Piştevaniya Kubayê ya Brîtanyayê Natsha Hickman desteka da kampanyaya ‘’Ji Ocalan re Azadî’’ û got,’’Di têkoşîna hevpar de ya ji bo serwerî û serxwebûnê em yekîtiya hev dikin. Li hemberî zext û bêedaletiyê, pêwîstiya me bi piştevaniya navneteweyî heye. Hîckman her wiha got,’’Heta azadiyê her tim, azadî ji gelê Kurd û Abdullah Ocalan re."
Bi navê Kampanya Piştevaniya bi Kubayê re ya Brîtanyayê (Cuba Solidarity Campaign) Dîrektora Ragihandinê Natasha Hickman diyar kir ew piştgiriyê didin kampanya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsa Kurd ku 10'ê Cotmeha 2023'an hate destpêkirin. Hickman piştgirî da kampanyayê û got, "Di têkoşîna hevpar de ya ji bo serwerî û serxwebûnê em yekîtiya hev dikin. Li hemberî zext û bêedaletiyê, pêwîstiya me bi piştevaniya navneteweyî heye. Herdu tevgerên me bi xurtî bi pîvanên wekhevî, dad û diyarkirina çarenûsa xwe dilsoz in."
Divê em dengê hev xurt bikin
Hickman anî ziman ku berxwedêriya gelê Kurd a ji bo azadiyê bandoreke xurt lê kiriye û got, "Bi heman rengî têkoşîna Kubayiyan a ji bo parastina şoreşa xwe ya ji bo serweriyê, sekna li dijî destwerdana derve, demeke dirêj ji bo gelên bindest ên cîhanê bû hêvî. Ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi danîna têkiliyên piştevaniyê heye. Hewldanên me yên hevpar ên berxwedana li dijî emperyalîzmê, parastina mafên xwe, aştiyek li ser bingeha wekhevî û rûmetê ketine zikhev. Divê em dengê hev xurt bikin, ji bo cîhaneke hîn baştir di têkoşînê de bi hev re tevbigerin." Hickman anî ziman ku Kampanya Piştevaniya Kubayê piştgiriyê dide gelê Kurd û destnîşan kir ku ji bo afirandina paşerojeke bi rûmet, maf, azadî û aştiyê ya hemû gelan wê hewldanên xwe dewam bikin. Hickman got, "Heta azadiyê her tim, azadî ji gelê Kurd û Abdullah Ocalan re."
ANF/HÎKMET ERDEN