• Cemîl Bayik got, ji bo bi Tirkiyeyê re pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk dest pê bike, divê DYE û Ewropa piştgiriya Tirkiyê nekin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bersiv da pirsên Sharpressê. Di pirsekê de tê gotin: “Li gorî parvekirinên li çapemeniyê, bi pêşniyar û navbeynkariya DYE'yê, qala projeya aştiyê ya navbera Dewleta Tirk û KCK'ê tê kirin. Lê belê dewleta Tirk dest bi operasyonên leşkerî kir. Gelo di nava van şert û mercan de pêkane ku pêvajoya aştiyê dest pê bike? Li ser vê pirsê Cemîl Bayik weha bersiv dide: “Nûçe yan jî agahiyên ku dibêjin, bi pêşniyar û navbeynkariya DYE'yê, wê bi Tirkiyeyê re li ser mijara projeyeke aştiyê li hev bicivin, rast nînin. Mirov vê yekê dikare ji polîtîkayên DYE'yê û Tirkiyeyê yên li dijî Tevgera me ya Azadiyê fêhm bike. Ji bo tişta ku we got karibe pêk were, hem Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hem jî Tirkiye divê polîtîkayên xwe bi rengekî bingehînî biguherînin.

DYE ji bo dilê endamê NATO'yê Tirkiyeyê xweş bike, ku Tirkiye li dijî Kurdan polîtîkayeke giran a zext û qirkirinê dimeşîne, mohra 'terorîzmê' li Tevgera me ya Azadiyê dixe û piştgiriyê dide polîtîkaya qirkirinê ya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst. Sê rêveberên Tevgera me ya Azadiyê di 6'ê Mijdara 2018'an de xiste nava lîsteya yên bi xelatdayinê lê tê gerîn. Civak ji vê re dibêje nêçira mirovan. Her gavê eşkere dike ku ew piştgiriyê dide dewleta Tirk, dewleta ku li dijî PKK, li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd êrişan dike. Jixwe dewleta Tirk dema ku polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, gava ku bi her awayî zext û zilmê li gelê Kurd dike û li dijî Tevgera me ya Azadiyê şer dike, piştgiriya herî mezin ji DYE'yê werdigire. Dewlet û medya Tirk vê rastiyê berevajî dike û ji bo hîn bêhtir di polîtîkayq qirkirinê de piştgiriyê ji DYE'yê werbigire, vê derewê dikin; 'DYE piştgiriyê dide PKK'ê'. Ev ji serî heta binî derew e. DYE'y'e ji têkoşîna Kurdan a li Rojava ya li dijî DAÎŞ'ê sûd wergirt, lê belê di dawiyê de rê da piştevanê herî mezin ê DAÎŞ'ê dewleta Tirk ku xaka Rojava dagir bike. Li cihên ku dewleta Tirk dagir kiriye koka Kurdîtiyê tê qelandin, lê belê DYE li ber vê ranabe. Her wiha vê dagirkeriyê normal dibîne. Me rojekê jî nebihîstiye ku gotiye 'Bila dewleta Tirk ji vê xakê vekişe'. Li dijî Kurdên ku li hemberî DAÎŞ'ê zêdeyî 10 hezar şehîd dan, bi gotina herî sivik, bêwefatî hatiye kirin.

Bi vê desthilatê nabe

Yê ku piştgiriyê dide operasyonên dewleta Tirk ên li ser Avaşîn, Zap û Metînayê dîsa DYE ye, Ewropa ye. DYE ku ji bo tasfiyekirina Tevgera me ya Azadiyê piştgiriyê dide, gelo wê çawa karibe ji projeyeke aştiyê re navbeynkariyê bike? Hem wê piştgiriyê bide polîtîkaya eciqandinê ya Tirkiyeyê hem jî projeyeke aştiyê biafirîne. Gelo ev ne nakokî ye? Ji xwe ne cihê baweriyê ye. Yê ku bi esasî kir ku Rêber Apo dîl bê girtin DYE ye. Piştgirî nedaye hewldanên Rêber Apo yên li Îmraliyê yên ji bo çareseriya demokratîk.
DYE ji bo polîtîkayên xwe bi Tirkiyeyê bide qebûlkirin, di şerê dijî me de piştgiriyê dide dewleta Tirk. Ji ber ku dema pirsgirêka Kurd çareser bû, wê ji têkoşîneke ku Tirkiyeyê dike deyndarê wê, dike minetdarê wê, bêpar bimîne. Ewropa jî, Rûsya jî, gelek welatên li cîhanê ji vî aliyê lawaz ê Tirkiyeyê sûdê werdigirin. Ji ber vê yekê jî di mijara çareseriya demokratîk de giraniya xwe nadin ser meseleyê.

Li Tirkiye ya heyî ku AKP-MHP lê desthilatdar e, neaqilane ye ku mirov qala pêkhatina pêvajoyeke çareseriya demokratîk û aştiyane bikin. Tifaqa AKP-MHP'ê dixwaze Kurdan qir bike. Tenê haya mirovan ji rastiya MHP'ê hebe, wê bi nûçeyên bi vî rengî bawer neke. Jixwe zext û kiryarên heyî yên li dijî Kurdan her tiştî bi rengekî şênber radixe pêş çavan. Ev desthilatdarî dixwaze Kurdan qir bike û Kurdistanê veguherîne qada belavbûna netewetiya Tirk. Bila kes li rewşa îro nenêre û xwe nexapîne; Başûrê Kurdistanê jî yek ji qadên belavkirina netewetiya Tirk e. Di her firsendê de dibêjin 'Kerkûk bajarê Tirk e. Hewlêr bajarê Tirk e', ev gotin ne tenê propaganda ye. Li benda konjontureke guncaw in. Desthilatdariya heyî ya AKP-MHP'ê dixwaze navê Kurdîtiyê jî nemîne. Niha hedefa destpêkê Tevgera Azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya PKK'ê ye, lewma xwe li hin Kurdan radigirin. Xwe li hin kesên ku li pêşiya qirkirina Kurdan ne asteng in radigirin. Her Kurdekî ku vê fêhm nake, di nava xefletê de ye.

Ji bo bi Tirkiyeyê re pêvajoyeke çareseriyê ya demokratîk û aştiyane destpê bike, divê DYE û Ewropa piştgiriya Tirkiyê nekin. Heta ku Tirkiye ji van hêzan piştgiriyê werbigire û rewatiyê bide şerê xwe, ev polîtîka û êrişên qirkirinê wê dewam bikin. 

NAVENDA NÛÇEYAN