Înîsiyatîfa nifşê salên 78'an çû serdana malbata Şenyaşar. Çalakiya Nobeta Adeletê ya Malbata Şenyaşar di roja 123'yan de didome.

Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li dijî komkujiya parlamenterê AKP'ê Yildiz û xizmên wî, ji ber ku hevjînê û du kurê wê qetil kirin, li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe didomînin. Ew doza edaletê dikin, dixwazin qatil bên dadgehkirin û cezakirin. 

Doh endamên Înîsiyatîfa 78'yiyan yên ji Dîlok, Riha û Pirsûsê, çûn serdana malbatê.

Li ser navê wan Atiye Okay axivî û got, "Li ti devera cihanê drameke wiha nabe û li bara vê rayedar xwe kerr û kor nakin."

Ferît Şenyaşar jî got, "Heta ku dadmendî bi cih were, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em li hêviya piştevaniyê, desteka hiqûqî ne." Dema serdanê polîsan dîmen digirt. Li ser vê dayik Emîne Şenyaşar got, ''Çima hûn nakevin pey kesên ku em kuştine? Çima hûn di pey me de ne? Biçin kesên ku em kuştin wan bigirin. Li nav malbata me hûn nikarin sûcdarekî bibînin.''

MA/RIHA