Ana Teresa Barboza hunermendeke Perûyî ye ku li paytexta vî welatî Lîmayê hatiye dinê, lê mezin bûye û bûye hunermend. Ew nexasim bi caw, ta, neqş, neqşên li ser tarê hunerê xwe dike.
Berhemên Barboza “hunerê 3 dîmenziyonî yên tekstîlê ne û formên xwezayî yên ji jiyana giyayan û hawirdorên xwezayî nîşan didin.” Ew bi karê xwe yê gelek dem û westan jê re divê, tê nasîn. Ew bihevvekirina parçeyan, tewtewkirinê û neqişandinê bi hev re bi kar tîne.
Di vê berhema wê de jî em çêlîkeke pisîkan dibînin ku bi neqişandinê, hirî û tevnê di nava vê tabloyê de bi gewde dibe û bêvila jinekê gez dike ya ku tenê bi xetên sereke li ser cawê li tarê şidandî, bi ta hatiye xêzkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN