Silêmanî xwedî dîrok û berhemên çandî û hunerî yên karê dest hene û ji vana dikana çêkirina pêlavan, dirûtina cil û bergan, raçinîna û ristina benan (werîs), kargeha cixareyan û gelek berhemên din. Yek ji van berheman jî xwedî dîrok û çandeke xwe heye çêkirina zînên dewarane. Ji ber ku ev pîşe her diçe winda dibe û hikûmet jî girîngî pê nade, li ber tinebûnê ye.
Nivîkar û pîşekarê zîn çêkirinê Newroz Fazil ê ev pîşe ji bav û bapîran ji bo wî maye li ser pîşe û karê xwe axivî. Fazil diyar kir ku dikana lê kar dike ji bav û bapîrê wî meye û got: “Dikana ez lê kar dikim temenê xwe 100 sale. Bi xwe jî 36 sale lê kar dikim.”
Fazil destnîşan kir ku pîşeyê zîn çêkirinê girêdayî bajarê Silêmaniye û bazara zînan roleke xwe ya bi bandor heye ji bo pêşxistina pîşeyên cuda cuda ya li bajar û got: “Peyva Zîn bi erebî dibe (Seric) li ser pişta dewaran tê danîn. Bi demê re guherîn li ser çêbûye û heta salên 60’î hema bêje dawî li vî pîşeyî hatiye.”
Pirtûkek ji bo dîroka zîn’ê
Nivîskar Newroz Fazil bal kişand ser çêkirina zînan û ev anî ziman: “Zîn xwedî girîngiyeke mezine ji bo pêşxistina civaka Kurdî di warê aborî û veguhestinê dihate bikaranîn. Zîn yek ji çanda kevnar ya bajarê Silêmaniyê ye. Min pirtûkek li ser çêkiriye û di demek nêzîk de wê bê belavkirin. Di vê pirtûkê de min qala dîroka çêkirina zînan, bi wêneyan nîşan daye ji bo nifşên nû bizanin rastiya dîroka zîn û girîngiya wê ya dîrokî çiqase.” Fazil qala tinebûna vî pîşeyî kir û got: “Bi pêşketina teknîk û pîşesaziyê re pîşeyên destan û bi taybet pîşeyê çêkirina zînan jî ber bi tinebûnê ve çûne. Niha bi niyeta ciwankariyê ji aliyê kesên xwedî hesp ve tên kirîn û bikaranîn. Bi taybet ji welatên cîran, Ewropa û Çînê tên Kurdistanê dikirin, mixabin navxwe kes nakire.”
Hikûmet girîngî nade van karan
Fazil rexne li hikûmetê kir ku ji be bi qasî pêwîst girîngî ne dana berhemên dîrokî û pîşeyên kevnar ên Silêmanî bûye sedem ku ev pîşe li ber tinebûnê ne û wiha domand: “Di nava 33’ê salên hikûmetê de girîngî bi pîşeyên kevin nehatin dayîn. Nekarîn weke pîşeyên dest binêrin û biparêzin. Nekirin ku weke çandeke kevnar û pîşeyî lê bê nêrîn û dîsa li ser lêkolînên girîng bên kirin. Sedemê vê yekê hikûmet û dewlete. Ti pêşangehek ne hatiye vekirin ji bo parastina van pîşeyan. Dewlet girîngî bi çand û kevneşopiyên Kurdî nade. Ji bo wê gelek pîşekarên li Başûrê Kurdistanê dawî li karê wan hatine.”
Herî dawî Nivîskar Newroz Fazil diyar kir ku divê hikûmet girîngî bide ji bo ev pîşe dubare nava civakê xurt bibe û got: “Ji bo careke din zîn bê çêkirin ku yek ji nîşanên netewî û civakî ye. Ji bo em bikarin çanda xwe biparêzin û reseniya xwe dewam bikin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ