Pirtûkxaneyek gerok damezirand

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 19 Tîrmeh 2021 - 02:06

Jina Filistînî Maalî Zorob jineke afirîner e û her wiha roleke wê ya aktîf û baş di tevgera çandî û rewşenbîrî de heye. Maalî Zorob 26 salî ye, ji bajarê Refahê yê li başûrê Xezayê ye. Ji Beşa Teknolojiya Agahdariyê ji Zanîngeha Filistînê di 2018’an de mezûn bûye. Wê bi înîsîyatîva xwe dest bi projeya xwe ya bi navê "Eser" kir; ev jî pirtûkxaneyeke gerok e. Ji bo ku bigihîje her kesê ku dixwaze bixwîne û nikarin xwe bigihijînin pirtûkan, vê projeyê bi rê ve dibe. Ji ber vê yekê pirtûkan dide tevahiya herêmên Xezayê.

Li ser vê yekê dibêjê, "Belavbûna nexweşiya koronayê, tevahiya pirtûkxaneyan da girtin, vê yekê jî hişt ku ez li ser sazkirina pirtûkxaneyeke gerok bifikirim da ku pirsgirêka gelek xwendevanan çareser bikim.”

Maalî Zorob 30 pirtûkan kom dike û hin pirtûkên din jî dikirre, piştre di bin navê "Eser" de dest bi sazkirina malpereke ji bo pirtûkxaneyê li ser medya dijîtal dike. 

100 pirtûk kom dike

Hin kesên navdar ramana projeyê belav kir. Ji bo vê jî got, "Gelek keç hebûn ku piştgiriya projeyê kirin û komek pirtûk ku hejmara wan gihîşt 40’î radestî min kirin. Bi vî rengî hejmara pirtûkan di pirtûkxaneya min de bû 100.”  

Maalî Zorob bi riya pirtûkxaneya xwe hewl dide xwe bigihîne hejmareke mezin, xasma jî dixwaze xwe bigihîne karkeran ji lewre rewşa wan aborî nebaş e û ew nikarin serî li pirtûkxaneyan bidin. Maalî Zorob ne tenê pirtûkan belav dike, her wiha hewl dike ku pirtûkxaneyê bi rêya pirs û agahiyên giştî û çandî, li ser malpera xwe aktîf bike.

JÎNHA/XEZA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.