Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd, li Silêmaniyê li ser rol û girîngiya xwendina pirtûkan ji aliyê jinan ve semînerek lidar xist. Di semînerê de hate gotin ji Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê armanc perwerdekirin jinan e, jin wê li Navendê li hev bicivin, pirsên hev nîqaş bikin.
Li bajarê Silêmaniyê bi amadebûna hejmareke ji jinan ji bo yekemîn salvegera damezrandina Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd, ji bo Kewser Hesen bi sernavê ‘Hevaltiya Jin û Pirtûkan’ û ji bo Mehsûme Îbrahîm bi sernavê ‘Nasîn û Girîngiya Pirtûkxaneyan’ semîner hatin lidarxistin.
Arman perwerdekirina jinan e
Di semînerê de çalakvana jinan Kewser Hesen di semînerê de ya bi navê “Hevaltiya Jin û Pirtûkan” got, “Armanca vekirina Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd, perwerdekirina jinan bi rêya pirtûkan e. Ji ber ku xwendina pirtûkan ji bo jinan yek ji rêyên sereke ye ji bo bidestxistina maf û armancên jinan. Bala xwe dana xwendinê wisa kiriye ku haya wan zêdetir ji pirsgirêkên xwe û civakê hebe. Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd ji bo me pir girîng. Komkirina delîlan û parastina çanda jinê di bin zexta çanda mêraniya serdest de ye. Lewra ev yek ji bo nifşên pêşerojê berpirsiyariyeke dîrokî ye.”
Wê jin pirsgirêkan nîqaş bikin
Endama Komîteya Damezrêne ya Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd Mehsûme Îbrahîm jî di semîra xwe de ya bi sernavê Nasîn û Girîngiya Pirtûkxaneyan’ wiha got: “Navenda me li ser sê stûnan hatiye avakirin. Eşkerekirina rastiya jinên Kurd hewl dide li ser bingeha zanista azad nasnameya jina Kurd bilind bike. Li dijî ramana ku jinê kêm dike. Navend wê bibe cihê hevdîtina jinan û nîqaşkirina jiyan, xewn û pirsgirêkên wan.”
Wê bibe navenda arşîva çand û hunerê
Mehsûme Îbrahîm bi berdewamî wiha got: “Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd wê bibe navendek ji bo bîranîn û arşîvan ku ne tenê berhemên nivîskî; dîtbarî, dengî û delîlên jinan jî dihewîne. Herwisa divê çanda devkî ya jinan di çîrok, vegotin, kevneşopiyên devkî û folklorê de were berhevkirin û şîrovekirin. Bi vî awayî jin dikare bi dîroka xwe re têkiliyeke xurt û rasterast dayne.”
NÛJINHA/SILÊMANÎ