Pirtûkxaneya gerok fikrên Ocalan dide nasîn

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 13 Îlon 2022 - 21:39

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan bi hevkariya Meclîsa Ciwanan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) çalakî organize kir. 

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, bi hevkariya Yekîtiya Jinên Ciwan di çarçoveya hemleya “Werin Cenga Azadiyê de” çalakiya pirtûkxaneya gerok li bajarokê Girbawî û gundên derdorê yên girêdayî kantona Qamişloyê dest pê kir.

Di nava rêzeçalakiyên ciwanên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di çarçoveya hemleya “Werin Cenga Azadiyê” de, ji bo nasandina fikrê Rêber Abdullah Ocalan bi gelên herêmê, doh sibehê çalakiya pirtûkxaneya gerok li bajarokê Girbawî yê ser bi kantona Qamişloyê, hat destpêkirin û pirtûk û parêznameyên Rêber Ocalan li xelkê bajarok û gundên derdorê hatin belavkirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan bi hevkariya Meclîsa Ciwanan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) çalakî organize kir. Wan minîbusek bi wêneyên Rêber Ocalan û alên PYD`ê xemiland û pankertên bi nivîsên “Li dijî dagirkerî û îxanetê Werin Cenga Azadiyê” pê ve hatine daliqandin.

Tê de bi dehan pirtûk û parêznameyên rêber Abdullah Ocalan ên bi zimanên Kurdî û Erebî, pirtûkên din ên li ser çîrok û destanên gerîla li çiyayên Kurdistanê, her wiha pirtûka Dîroka Rojhilata Navîn a şehîd Rustem Cûdî, hene.

Ji bo xelkê û ciwanan agahdar bikin

Endamê Komîteya Ciwanan a PYD`ê Sefqan Zekî Osman diyar kir ku armanca wan belavkirina fikrên Rêber Ocalan di nava xelkê û nexasim ciwanên bajarokê Girbawî û gundên wî de ye û got, “Ciwan bingehê şoreşê û serketina wê ne. Armanca me ya din jî belavkirina çanda xwendinê di nava civakê de ye.”

Welatî Bêrîvan Îbrahîm a ji Girbawî jî çalakiyê giring dibîne û dibêje, “Ev pirtûkxane ji bo belavkirina fikra rêbertiyê di nava civakê de, pirr giring e.”

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi hevkariya Yekîtiya Jinên Ciwan di 16`ê Çile de çalakiya pirtûkxaneya gerok li herêma Cizîrê dabû destpêkirin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.