Pirtûkxane vala dibin!

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 4 Sibat 2023 - 05:40

  • Bipêşketina bi lez a teknolojiyê û zêdebûna torên medyaya dijîtal jî kirin ku êdî bala kesî neçe ser pirtûkan. Ji lewma jî her diçe pirtûkxane vala dibin û xelk pirtûkan naxwînin. Tevî van sedeman li Herêma Kurdistanê pirsgirêka herî mezin ew e ku pirtûkxane nayên rojanekirin û ji pergaleke teknolojîk dûr in.

Di nava 3 salan de tenê 13 hezar kes çûne serdana pitûkxaneyên Germiyanê. Ev bîlanço ji bo xwîneran cihê fikaran e ku dibêjin, divê herî kêm di nava çend mehan de ev qas kes biçin serdana pirtûkxaneyan, ne di nava 3 salan de.

Li sînorê îdareya Germiyanê, 10 pirtûkxaneyên giştî hene û girêdayî Rêveberiya Giştî ya Pirtûkxaneyên Germiyanê ne. Tenê li pirtûkxaneya giştî ya Kelarê zêdetirî 20 hezar pirtûkên cur be cur hene û nêzîkî 400 çavkaniyên cur be cur hene. Di nava 3 salan de tenê 12 hezar û 828 kes çûne serdana pirtûkxaneyan.

Rewşenbîr û xwînerên îdareya Germiyanê, derbarê sedema kêmbûna xwîneran û serdana pirtûkxaneyan de axivîn.

Perwêz Homa, xwe wek xwînerekî berdewam îfade dike, li gorî wê bîlançoya pirtûkxaneyên giştî, diyar dike ku bîlançoya xwendinê ji hemû beşan kêmtir e. Perwêz Homa sedema vê yekê jî bi hebûna pirtûkên elektronîk ên di înternetê de nîşan dide, ango pirtûkên elektronîk û medya dijîtal bi şêweyekî cihê pirtûkên kaxezî girtine.

 

Di sîstemê de xeletî hene

Perwêz Homa dibêje: “Ji ber qeyrana darayî pirtûkxane ne çalak in. Di sîstemê de hinek xeletî hene. Gelek pirtûk hene, lê çavkaniyên wan kêm in. Hinek caran xwîner dixwaze mijarekê di pirtûkên Kurdî de bixwîne lê bi destê wê/wî nakeve. Neçar dimîne biçe ji zimanê Inglîzî, Farisî û Erebî wergerîne û bixwîne.”

Perwêz Homa dibêje, “Gelek kes xwe wek xwînerek berdewam nabînin û fikarên wan li ser sîtema pirtûkxaneyên giştî, dayîn û girtina pirtûkan hene. Di heman demê de dibêjin, mijara pirtûkxwendinê mijareke şexsî ye û ji bo xwîner xwe bigihîne pirtûkan, divê ne girêdayî sîstema pirtûkxaneyê be.”

 

Herêma Kurdistanê di nav qeyranê de ye

Ji rewşenbîrên Gemriyanê, Serbest Ehmed jî nihêrînên xwe yên derbarê rewşa xwendina pirtûkan de wiha tîne ziman: “Mixabin di roja me ya îro de li Kurdistanê girîngiya pêwîst nadin pirtûkan. Teknolojî bûye belayeke mezin li ser serê me û medya dijîtal jî wiha kiriye ku pirtûk werin paşguhxistin. Heger mirov di sîstemeke bi sihet de werin perwerdekirin, her dem baş e. Aliyê rewşenbîrî û xwendinê jî wek hemû mijarên din yên li Herêma Kurdistanê di nava qeyranekê re derbaz dibe û rewşeke xirab diqewime. Meydana çandî hemû û çand bi xwe jî di nava qeyranê de ne.”

 

Teknolojî sedemeke mezin e

Rêvebera Rêveberiya Giştî ya Pirtûkxaneyên Germiyanê Cîhan Mihemed got, asta niha ya xwendinê ne li gorî ya lazim e: “Helbet sedemên vê yekê hene, ya di rêza yekem de teknolojî ye, ya duyem ji ber rewş û nearamiya li tevahî Herêma Kurdistanê ye. Gelek caran dibe sedem ku mirov ji pirtûkan dûr bikevin. Di demên qeyranê de ji bo fêrî pirsgirêkan nebin, bala xwe bidin ser pirtûkan baştir e. Di rapora rêveberiya me de derket holê ku yên herî zêde diçin serdana pirtûkxaneyan xwendekar in. Ew jî ji ber pêwîstiya wan bi rapor û semîneran hebû, çûne serdana pirtûkxaneyê.” 

 

Divê Wezareta Rewşenbîriyê xwe rojane bike

Cîhan Mihemed fikarên xwe anîn ziman ku ew salane gelek kêm pirtûkan digirin, ji ber ku ew kesên ku pirtûkan dibin ji berîkên xwe çap dikin, ji ber wê, ew hîvîdare ku Wezareta Rewşenbîriyê van pirtûkan wek çanda giştî bibîne û bizane ku xizmeta çanda giştî dike.

Weke ku bi xwe dibêje, di pirtûkxaneyên wan de çavkanî hemû nînin, her wiha divê çavkaniyên pirtûkxaneyê ji nû ve werin rojanekirin. Ji bo vê yekê jî divê Wezareta Rewşenbîriyê planekê dayne pêşiya xwe da ku karibe bi awayekî elektronîk pergala pirtûkxaneyan ji nû ve saz bike.

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.