Pirtûkên nivîskarên li hepsê îmze dikin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 21 Cotmeh 2021 - 23:26

  • PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo nivîskarên di girtîgehê de dê di 24’ê Cotmehê de li Pirtûkxaneya Payîzê (Lîlav) ya li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîra Amedê, bernameya îmzekirina pirtûkan li dar bixin. 

PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo nivîskarên di girtîgehê de dê di 24’ê Cotmehê de li Pirtûkxaneya Payîzê (Lîlav) ya li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîra Amedê, bernameya îmzekirina pirtûkan li dar bixin. 

Derfetê çapkirinê nabînin

Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sûltan Yaray derbarê bernameyê de axivî. Yaray, diyar kir ku hejmara nivîskarên ku di girtîgehê de ji 90’an zêdetir e û wiha got: “Navnîşanên nivîskarên girtî bi me re hene. Berhemên wan tên lê xuyaye ku derfetê çapkirinê nabînin. Wek komele em vê peywîrê jî digirin ser xwe, heger em nikarin hemû pirtûkên nivîskaran çap bikin jî qet nebe berhemeke wan derxînin û bi xwendekaran re bidin nasîn.”
 
Em ê çalakiyên xwe bidomînin 

Yaray, bi lêv kir ku piştî bernameya Amedê wê li bajarên Mêrdîn, Êlih, Riha û Wanê jî bernameyan li dar bixin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê dever bi dever bi hevalên nivîskaran re bikevin têkiliyê û li gorî pêşniyarên wan em ê bi saziyên li wan bajaran bernameya xwe bidomînin. Piştî bajarên li derve biqedin em ê dîsa vegerin Amedê heta ku yek nivîskar jî di girtîgehê de bimîne em ê van çalakiyên xwe bidomînin.”

Wê bername di navbera di 24’ê Cotmehê de saet 14.00 û 17.00’an de pêk were. Di bernameyê de wê pirtûkên Medya Yaklav, Mizgîn Ronak, Osman Menaf, Ehmedê Bilokî û Ahmed Huseynî werin îmzekirin. 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.