Pirtûkeke nû ji folklora Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 11 Îlon 2022 - 21:15

  • Pirtûka Vahap Has “Aqilê sivik barê giran” ji Weşanxaneya Name derket.

Pirtûka Vahap Has “Aqilê sivik barê giran” ji Weşanxaneya Name derket.

Di pirtûka ku hatiye berhevkirin de meselok, pêkenok,  çîrok û serpêhatî hene. Mîrê Botan û Qasidê Axê, Padîşah û Kurê Wezîr, Bav û Kur, Harûnê Reşîd û Behlûlê Dîwane, Şerê Hezretî Suleyman û Moristanan jî têde bi dehan çîrok û meseleyên li nav gel bi sedan salan hatine gotin Vahap Has di pirtûka “Aqilê sivik barê giran” dane hev û belav kirine. 

Vahap Has kî ye?

Vahap Has di sala 1948’an de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinê. Piştî xwendina xwe li Mêrsîn û Stenbolê li dor 20 salan polîsê trafîkê bûye. Piştî malnişînî ji sala 1995’an heta 2004’n di nava HADEP û DEHAP’ê de cih girtiye. Li ser folklorê Kurdî dixebite.  

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.