Pirtûk rehjena jiyanê ye

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 15 Hezîran 2021 - 05:48

Komîteya Amadekar a Pêşangeha Pirtûkan a Herekol amadekariyên pêşangeha xwe ya 5`an dike. Îsal gelek weşanxane ji dewletên Ereban û ji her çar beşên Kurdistanê wê tevlî bibin.

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 5´an dê bi dirûşma “Pirtûk rehjena jiyanê ye” di 29`ê Tîrmehê de li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a li Qamişloyê were vekirin.

Pêşangeh ji aliyê Desteya Çand û Huner a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ji salên borî firehtir tê organîzekirin. Li gorî çavdêrên pêşangehê gelek weşanxane ji gelek dewletên Ereban, ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlî dibin. Di pêşangehê de semîner ji sala bihurî wê bêhtir werin lidarxistin. Li gorî plansaziyê pêşangeh wê 8 rojan dewam bike.

Amadekariyên vekirina pêşangehê bê navber didomin. Der barê mijarê de cîgira Desteya Çand û Huner a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ronahî Hesen got, “Ji demekê ve me dest bi amadekariyan kiriye. Me komîteya amadekar ava kir ku ji derdora mehekê ve têkilî bi weşanxaneyan re datîne û ji wan re vexwendnameyên tevlîbûna pêşangehê dişîne. Ji bo ku tevlç bibin jî ji wan re hêsaniyan pêşkêş dike. Her wiha hola pêşangehê jî li gorî weşanxaneyan tê amadekirin. Komîteya Amadekar dê hemleya nasandina pêşangehê bi rê ve bibe.”

Ronahî wiha domand, “Îsal tevlîbûn wê zêdetir be. Wê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hundirê Sûriyê, ji gelek beşên Kurdistanê û ji dewletên Ereb ên mîna Lubnan, Misir, Tûnis, Iraq û Îmaratê gelek weşanxane cih di pêşangehê de bigirin.”

Li gorî Ronahî heta niha 25 weşanxaneyên ji derveyî herêmê bi rêya wekîl, sazî û pirtûkxaneyan tevlî pêşangehê dibin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.