Pirtûk gelek in, lê biha ne

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 4 Tebax 2021 - 05:13

Îsal 37 weşanxane ji dewletên cûda yên Ereban û ji her 4 parçeyên Kurdistanê beşdarî 5`emîn Pêşangeha Şehîd Herekol bûn. Pêşangeha ku 29’ê Tîrmehê dest pê kir heta 5’ê Tebaxê wê dewam bike.

Di pêşangehê de 130 pirtûk û zêdetirî 13 hezar sernav bi mijar û zimanên cûda (Kurdî, Erebî, Tirkî, Farisî, Ingilîzî û Fransî) hene. Lê metirsî û hin tedbîrên rêwîtiyê bû sedem ku hin weşanxane tev li pêşangehê nebin. Ji ber vê yekê jî hin weşanxaneyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hin kes wekî wekîl diyar kirin û pirtûkên wan di pêşangehê de hatin pêşandan.

Heta ji Îtalyayê jî heye

Cîgira Hevserokatiya Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ronahî Hesen dibêje, ji Bexda, Lubnan, Misir û weşanxaneyek ji Îtalyayê beşdarî 5`emîn pêşangeha Şehîd Herekol bûne. Ji hundirê Sûriyê ji Şam, Heleb, Siwêda û ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê 7 weşanxane beşdar bûne.

Danûstandina wan bi dolar in

Her wiha Ronahî Hesen îşaret pê dike ku hin berpirsên weşaxaneyan ji ber astengiyan beşdarî pêşangehê nebûne û wiha pê de diçe: “Hin kes ji hikumetên welatên xwe ditirsin û ji ber wê jî nikarîbûn tev li pêşangehê bûbûne. Piraniya weşanxaneyên beşdarî pêşangehê bûne ji derveyî herêmê ne. Danûstandina wan bi dolar in, ne bi lîreya Sûrî ne. Her wiha barê veguhestinê û baceyên gumrikê hene. Ev jî dibe sedema bihabûna pirtûkan.”

Dergehên fermî tunene

Ebdulah Şêxo jî par weke berpirsê pirtûkxaneya Bendarokê beşdarî pêşangehê bûbû, lê îsal berpirsê 8 weşanxaneyan e ku bi zimanê Kurdî û Erebî kar dikin. Ebdulah Şêxo jî dibêje: “Her kes zane ku rewşa herêmê bû sedem ku berpirsên weşanxaneyan beşdarî pêşangehê nebin. Kes nikare derbas bibe û bi hêsanî derkeve. Dergehên fermî tunene. Heger ji Başûr werin dê zehmetiyan bibînin û wê nikaribin derbas bibin.

Ji ber aloziya aborî li herêmê, îsal ji salên borî cûdatir e. Pirtûk ji derveyî herêmê tên û bihayê wan bilind e. Em hewl didin ku vê yekê ji ser şêniyan sivik bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.