Di çarçoveya pêngava KCK’ê ya ‘Dem dema azadiyê ye’ ciwanan li navçeya Ranyayê pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li xwendekaran belav kirin.

Li seranserê Kurdistan û Ewrûpayê piştgiriya ji bo pêngava KCK’ê ya ‘Dem dema azadiyê ye’ her ku diçe berfireh dibe. Li Başûrê Kurdistanê jî roj bi roj piştgiriya ji bo pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, zêde dibe.

Di vê çarçoveyê de ciwanan li navçeya Ranya ya ser bi Silêmaniyê pirtûkên Rêber Apo belav kirin. Pirtûkên Rêber Apo li ser xwendekarên zanîngehê yên li navçeya Ranyeyê hatin belavkirin. Xwendekaran bi kêfxweşî pirtûk wergirtin û piştgiriya xwe ya ji bo pêngava ji bo azadiya Rêber Apo anîn ziman.

ROJNEWS/RANYA