Pirsa hûn çima Birca Belek dirûxînin!

În 22 Tîrmeh 2022 - 22:36

  • Parlamenterê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz rûxandina bi navê “restorasyonê” ya Birca Belek a 6 hezar salî, bire rojeva Meclisê. 

Parlamenterê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz rûxandina bi navê “restorasyonê” ya Birca Belek a 6 hezar salî, bire rojeva Meclisê. 

Birca Belek a li navçeya Cizîrê bi navê restprasyonê tê tine kirin. Parlamenter Kaçmaz bi daxwaza ku Wezîrê Çand û Turîzmê yê Tirk Mehmet Nurî Ersoy bersivê bide, pêşniyazpirs da Serokatiya Meclisê. Kaçmaz di pêşniyazpirsa xwe de got, li Keleha Birca Belek kepçe tên xebitandin û dîwarên dîrokî yên kelehê hatine ber hilweşînê.  

Kaçmaz di pêşniyazpirsa xwe de dibêje, derdora Keleha Birca Belek bi kevrê bazalt hatiye nixûmandin û bi vî awayî reseniya keleha dîrokî hatiye rûxandin. Kaçmazbi bîr xist ku dever qada di  Asta 1´ê de Sît a Arkeolojîk hatiye ragihandin û Şirketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) jî di nava qada sîtê de avahiya du trafoyan ava kiriye. 

Kaçmaz ev pirs ji wezîrê Tirk Mehmet Nurî Ersoy kirin: 

- Kîjan fîrma tevli îhaleya restorasyona Birca Belek bûne û maliyeta îhaleyê çiqas e? 

-  Ji bo parastian reseniya keleha 6 hezar salî gelo çi tevdîr hatin girtin?

-  Gelo kîjan saziyê destûr daye DEDAŞ’ê ku di nava qada Sît a Arkolojîk de avahiya trafoyê ava bike? 

-  Gelo ji bo rakirina avahiya trafoyê dê xebatek were destpêkirin? 

-  Gelo hûnê xebata ku wek sererastkirina derdorê hatiye binavkirin bidin sekinandin?

MA/ENQERE 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.