We çima Kurdî desteser kir!

Sêşem 20 Îlon 2022 - 22:12

  • Îmîr, xwest xeztên li dijî çapemeniya azad jî bên rawestandin.

Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr, desteserkirina rojnameya Xwebûnê bire rojeva Meclisê û pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê û xwest ku Wezîrê Dadê yên Tirk Bekîr Bozdag der barê mijarê de daxuyaniyê bide.

Di 17 û 18’ê Îlonê de polês çûbûn otogara Amedê û 100 rojnameyên hejmara 144’an a Xwebûnê yên ku wê biçûna Mêrsînê, desteser kiribûn. Her wiha polêsan hewl dabû ku rojnammeyên biçin Semsûrê jî desteser bikin. Lê ji ber ku rojname ji bajar derketibûn polês li ajokarê otobusa ku rojnameyan biribû geriyabûn û xwestibûn ku çûna rojnameyan a Semsûrê jî asteng bikin.

Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr, desteserkirina rojnameya Xwebûnê bir rojeva Meclisê û pêşnûmapirsek da Serokatiya Meclisê û xwest ku Wezîrê Dadê yê Tirk Bekîr Bozdag derbarê mijarê de daxuyanî bide. Îmîr, xwest xeztên li dijî çapemeniya azad jî bên rawestandin.

Nûran Îmîr pirsî ka “Armanca astengkirina belavkirina rojnameya tekane ya bi kurdî Xwebûnê çi ye?”

Wê her wiha pirsî ja “Polês bi kîjan hincetên hiqûqî belavkirina rojnameya Xwebûnê asteng dikin?”

Wê her wiha xwest Bekir Bozdag bibêje, ka “Ji ber kurdbûna xwe çend rojnamevan girtî û hikumxarî ne?”

Wê xwest her wiha zanibe gelo ev zext ji ber dijminahiya beramberî Kurdî ye yan na.

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.