Na na me da MÎT’ê!

Yekşem 16 Çile 2022 - 22:15

  • Erdogan îdîa kiribû hikûmeta Elman 30 milyon Euro pere dane saziyên Elewiyan. Hikûetê Erdogan derewand û got, na na me esas pere dan DÎTÎB´ê. DÎTÎB jî weke kewara xebatên MÎT´a Tirk li Elmanyayê tê zanîn. 

MASÎS HESKÎF

Li ser pêşniyazpirsa Partiya Çep (Die Linke) derket holê ku Hikûmeta Elman, 8 milyon Euro alîkariya pere daye DÎTÎB’ê. Yanî esas hikûmeta Elman, saziya ku weke kewara xebatên MÎT’ê dibîne, xwedî kiriye. Di heman demê de derket holê ku Elmanyayê 8 caran bêhtir ji saziyên Elewiyan alîkarî daye vê saziya Diyaneta Tirk.

Serokkomarê Tirk Erdogan, 5 Kanûna 2021’ê li Sêrtê îdîa kiribû, ku Elmanyayê sala 2019’an 30 milyon Euro alîkarî daye rêxistinên Elewiyan. Ev derewa Erdogan bi daxuyaniya Elmanyayê zû lê eşkere bû.

Erdogan li derewê qelibandin

Lê Hikûmeta Elman, Erdogan li derewê qeliband. Parlamentera Partiya Çep a Federal Gokay Akbulut pêşniyazpirsek dabû wezîrê karê hundir a federal. Wezaretê 13’ê Çile bersiv da pêşniyazpirsê û got, “Hikûmeta Federal piştrast nake ku Federasyona Yekîtiyên Elewiyan a Elmanyayê (AABF) 30 milyon Euro sala 2019’an alîkarî wergirtibe.” 

Hikûmetê da zanîn ku Federasyonê (AABF) ji 2014’an heta 2021’ê ji hikûmeta federal Milyonek û 200 hezar milyon alîkarî wergirtiye ji bo xebatên întegrasyon, koçberî û civakî. 

8 milyon dane DÎTÎB’ê 

Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Zeynel Ozen ê ku demeke dirêj di rêveberiya AABK’yê de cihê xwe girt jî bi belgeyan Erdogan li derewê qeliband. Li gorî van belgeyan, tenê di navbera 2014 û 2017’an de Karê Diyanetê ya Yekîtiya Tirk-Îslamê (DÎTÎB) ji hikûmeta federal a Elman 8 milyon Euro alîkarî wergirtiye. Di heman demê de alîkariya ji bo rêxistinên Elewî tenê 600 hezar Euro ye. Yanî alîkariya DÎTÎB’ê wergirtî 10 caran bêhtir e ji ya rêxistinên Elewiyan wergirtî. Ev dane jî ji belgeyên hikûmeta Elman û raporên dadgeha hesabdar a dewleta Tirk hatine wergirtin.

Dîsa jî mirov bivê nevê ji xwe dipirse, Elmanyayê çima DÎTÎB’a ku rayedarên Elman bi xwe weke kewara MÎT’a Tirk li Elmanyayê bi nav kiribû, bi vî rengî xwedî kiriye.

Du doz li Erdogan vedibin

Zeynel Ozen ji rojnameya me re peyivî û got, Erdogan neweyî û îftîrayan dixe stûyê rêxistinên Elewî û ew ê dozê li Erdogan veke. Ev ne doza pêşî ye ji ber heman daxuyaniya Erdogan. Damezrînerê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan a Ewrûpayê (AABK) Turgut Oker jî ji ber îftîra û heqaretê doz li Erdogan vekiribû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.