NCDK’ya Marsîlya kongreya xwe çêkir

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 30 Adar 2021 - 00:51

Li Marsîlyayê piştî serdegirtin û zerarên polêsên Fransî dayî avahiya wê jî, NCDK´ê bi "ruhê Garê" kongreya xwe ya 8’an a asayî li dar xist. Di destpêka kongreyê de şehîdên şoreşa Kurdistanê hatin bibîranîn. 

Siyasetvan Mehmet Taş di kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Marsîlyayê de peyivî. Wî bal bire ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalanû got, "Halê hazir li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyem dewam dike. Dewleta Tirk û hikûmeta wê ya AKP û MHP´ê êrişî destketiyên Kurdan dikin. Bi hezaran HDP´yî girtine. Van rojên dawiyê jî di êrişên siyasî yên Fransayê de 7 hevalên me hatin girtin. Em ê serî netewînin li van zext û hewldanên tepisandinê. Dewleta Tirk li Garê şikest. Di Newrozê de jî miletê Kurd li dijî tevahiya zextan xwedî li rêberiya xwe derket."

Paşê raporên nirxandina salekê hatin xwendin. Ji bo dayîna dersên Kurdî, ji bo têkilîdanîna bi Kurdistaniyên penaberbûyî re û alaîkariya wan komîsyon hatin damezirandin. Di kongreyê de Mukaddes Polat û Erhan Tarhan weke hevserokên Meclîsa Gel a ji 92 kesan hatin hilbijartin.

MARSÎLYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.