Pirraniya wan Kurd 28 hezar penaber
Çarşem 5 Çile 2022 - 05:43
Hejmara penaberên ku par di Kanala Manşê re xwe gihandin Ingilîstanê 3 caran ji yên pêrar bêhtir bû. Li gorî daneyên tesbîtkirî, sala 2021’ê 28 hezar û 395 penaber bi botên pifdayî ji kanala Manşê bihurîne û xwe gihandine Ingilîstanê. Ev hejmar ji daneyên rayedarên Ingilîstanê hatiye hesabkirin. Sala 2020´an tenê 6 hezar û 869 kesan di kanalê re xwe gihandibû Ingilîstanê.
24´ê Mijdara bihurî 27 ji wan di kanalê de xeniqîn. 16 ji wan ji Başûrê Kurdistanê û yekî din jî ji Rojhilatê Kurdistanê bû.
Îsal bi hezaran penaberên Başûr di navbera Belarûs û Lehistanê de jî asê man û gelek penaberên ji Başûr ji ber serma û birçîbûnê li ser sînor mirin.
Sedema zêdebûna penaberan wiha diyar e ku krîza siyasî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê ye ku kiriye hêvî bi nifşê ciwan re nemîne.
NAVENDA NÛÇEYAN