Pîrozbahiyên vejînê dewam dikin

Duşem 16 Tebax 2021 - 23:51

  • Li London, Nantes, Arbon û Lavrioyê jî 15´ê Tebaxê bi şahiyan hat pîrozkirin.

Kurdistanî li deverên lê ne, li seranserê Ewrûpayê pêngava 15´ê Tebaxê pîroz dikin. Li London, Nantes, Arbon û Lavrioyê jî 15´ê Tebaxê bi şahiyan hat pîrozkirin.

Li paytexta ingilîstanê Londonê 15’ê Tebaxê bi seyranekê hate pîrozkirin. Posterên Rêber Abdullah Ocalan, alayên PKK, YPG, YPJ û PKK’ê û posterê fermandar Egîd hatin daliqandin.

Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd Yalçin Tatvan di pîrozbahiyê de got, 15’ê Tebaxê ne bi tenê ji bo gelê Kurdistanê, ji bo gelên Rojhilata Navîn jî serdemeke şoreşê daye destpêkirin.

Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Elîf Xeyal jî li ser navê Tevgera Jinên Kurd axivî û got, pêngava 15’ê Tebaxê ya ku bi fermandar Egîd hatibû destpêkirin berxwedana jinan a li ser xeta Bêrîtanê û xeta fedaîtiyê ya Zîlanê derxistiye holê.

Li bajarê Fransayê Nantesê salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de li ser navê ciwanên Bretagneyê axaftin hate kirin û qala girîngiya 15’ê Tebaxê ya ji bo gelê Kurd hate kirin.

Di pîrozbahiyê de Sevda û Mîr Perwer derketin ser dikê.

Li kantona Thurgau a Swîsreyê li navçetya Arbonê pîrozbahiya 15´ê Tebaxê li seyrangeha Egnachê hebû. Di pîrozbahiyê de li ser navê dîwana serokatiya Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) Metin Tekçe peyivî û got, "Di vê roja girîng de beşdariya dostan û welatparêzên Kurd em rûmetdar kirin."

Elefteria Fortulakî jî hat bibîranîn

Li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî salvegera 37´an a Pêngava 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin.

Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê bi rengekî girseyî hate pîrozkirin. Li gel pankarta li ser nivîsandî "Bi ruhê Berxwedana Xakurkê salvegera 37'an a 15'ê Tebaxê pîroz be", wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, Mahsûm Korkmaz (Egîd) alên PKK, KCK, YPG, YPJ û MLKP'ê hatin daliqandin.

Siyasetmedar Nûrhak Uludag derbarê Pêngava 15'ê Tebaxê de axivî û got, "Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd vejînek e. Fîşeka yekemîn li mejiyê dijmin ket. Ne ji PKK'ê û vê pêngavê bûya, niha ne zimanê me, ne jî navê me Kurdan wê heba. Bijî pêngava 15'ê Tebaxê."

Piştî avaftinê, parka zarokan a li kampê ji bo bibîranîna şehîd Elefteria Fortulakî bi navê Elefteria Fortulakî hat vekirin.
Dawiyê hunermend Yilmaz Tekîn derket ser dikê û bi stranên xwe gel bi coş kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.