Dema em pênaseya pêngava 15’ê Tebaxê dikin ji gotinên kû hatine vegotin zêdetir, wek Kurdekî, çawa digrî dest û çawa wate didî pêwîste bê destgirtin. Werin em vegerin dîroka xwe a netewî. Heger kesên ku dîroka xwe baş xwendine dizanin ku Kurd li ser axa Kurdistanê tu car serê xwe ji kesî re netewendine. Tu car nebûne koleyên tu kesî. Her çiqas li himber wan dijminên herî hov û zilimkar jî hebûn di berdêla jiyana xwe da hertim serî hildane û tekoşîn kirine. Ji ber wê di diroka gelek netewan de Kurd wek gelekî şerker ango wek gelekî azadîxwaz û serhildêr tê pênase kirin. Ev ji xwe ve nîne. Ev heqîqete!
Li dîroka netewan binêrin hûn nikarin gotina heqîqet di wan de bibînin. Ji ber wê Rêber Apo ji me ra got vegerin heqîqetê, vegerin xwebûnê, vegerin nasnameya xwe a azad. Ji ber wê pêngava 15’ê Tebaxê vegera dîrok, nasname, heqîqet û xwebûnê ye! Fişeka ku hat teqandin ne tenê li himber dijminê xwînxwar û dagirker bû, her weha li hişmendiya wunda a Kurd bû. Bi vê fişekê Kurd hat şiyar kirin da ku li xwe bihese û vegere XWE.
Îca di vê vegerê de pêwîst e li xwe were pirsîn, Kurdekî çawa ango jiyanekî çawa?
Herkes dibêje ez Kurdim lê bi rastî çiqas di berjewendiya netewa xwe de ye. Ji netew jî wêdetir Kurdekî ku dibêje ez Kurdim bi rastî çiqas di berjewendiya xwe de ye. Çiqas dikare wek Kurdekî Kurdistanî li herderê bi nasname xwe bi awayekî azad bijî. Çiqas dikare ser navê Kurdîtî û Kurdistanî xebatek ango berhemek ava bike. Ji ber gelek kes heqîqetan înkar dikin ango pirî caran zirarên ku nayên efû kirin li netewa xwe dikin. Ser navê Kurd radibin lê di rastiyê de di xizmeta celladê xwe de ne. Ev dişibe mînaka çawa bikevî behrekî û ji bo xilas bibî xwe li marekî bipêçî. Heman tişt e! Li sistema înkar û îmha, dagirkerî û zilmê de behsa qaşo kurdîtiya azad bikî. Ango ji dewletên ku bûn sedema koçberî û şer li welatê te li benda xilaskirinê û hêviya jiyanekî azad bî. Paradokse! Ji ber wê Rêber Apo got ‘’Min Kurd li cîhanê da nasîn lê kurd ji kurda re neda nasîn’’. Hêj kurdên ku xwe nas nakin heye!
Rêber Apo bi pêngava 15’ê Tebaxê nasnameya Kurdê azad ava kir. Kurdekî ku hetta ku hebe wê tekoşîna azadiyê bimeşîne. Kurdekî ku ne tenê xwe û malbata xwe difikire, berovajî Kurdekî ku hemû perçeyan di dilê xwe da yekgirtî dihewîne û diparêze afirand. Kurdekî ku hemû çekên cîhanê di destê wî de hebe jî wê tu car êrîş neke lê heger hemû cîhan jî êrîşê wî bike wê hetta dawî xwe biparêze. Êdî Kurd vegeriyan li ser heqîqeta xwe û êdî tû hêz nikare vîna Kurdên dilsoz teslîm bigre ango bitepsîne. Kurd kirasê mirinê ji xwe qetandine û li xwe hesiyane.
Dixwezim nivîsa xwe bi gotinên Rêber Apo xilas bikim: ‘’Ev şer ne tenê şerekî leşkerî ye, di heman demê de şerê jiyanê ye. Ev civakê nû dike, çandê nû dike, rih nû dike, mejî û polîtîkayê nû dike. Her Kurd dizane ku, ev ji nû ve vejîna wî/ê ye. Ronesansa wî/ê ye. Edî Kurdbûna berê nîn e. Jiyana kevn nîn e. Divê her kes hişê xwe bîne serê xwe. Ev Kurdê nû dikare ciyê xwe li Rojhilata Navîn bigire û dikare di vê dinê de ciyê xwe bigire. Lê ger tu di Kurdbûna kevn de bi bergirî nêzîk bibî, tu miriyî. Yê mirî ne Kurdbûna PKK’ê ye, ev Kurdbûneke kevn e. Sedî sed mirî ye. Bes Kurdbûna ku me afirandiye, bi tevahî Kurdbûneke jîndar e. Her tişt bimire jî, yê heta dawîn jîndar bimînin Em in.’’
parvê bike
Nivîsên Kurdistan LEZGIYEVA
Çima Sosyalîzma Sovyetê hilweşîya?
17 hezîranê
Danûstandinên Rûsya-Ukrayna li Stenbolê
10 hezîranê
Heman rûh lê zayînek nû!
27 gulanê
Pêşbirka çekan bi deyn dewam dike…
20 gulanê
Hewldanên Împratorî li cîhanê
13 gulanê
Pîvana demokrasiyê azadiya jinê ye
6 gulanê
Li ser hevditinên Emerîka û Îranê
29 nîsanê