Li meydanan ruhê 15´ê Tebaxê

Duşem 16 Tebax 2021 - 01:08

  • 15´ê Tebaxê li bajarên mezin ên Ewrûpayê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê jî hatin rûreşkirin û bang li PDK*ê hat kirin da ku nebe maşika dagirkeriyê.

Doh li seranserî Ewrûpayê çalakiyên navendî bi şîara Kurdistanê Biparêze hatin lidarxistin û pêngava 15´ê Tebaxê jî hat silavkirin. Çalakiya herî mezin li payexta eyaleta NRW´ê ya Elmanyayê Dussledorfê bi rê ve çû. Di çalakiyê de peyama xurtkirina berxwedanê li dijî dagikerî û qirkeriya dewleta Tirk hat dayîn.

Li ser banga Defend Kurdistanê, li Dusseldorfê bi hezaran kes bi slogana ‘Bijî Partiya Karkerên Kurdistanê’ kom bûn.

Bi hezaran kes li Haupbahnhofê (Gara Navendî ya Trênê) kom bûn û bi sloganan ber bi Leugplatzê ve meşiyan. Di mîtînga li vê derê de hate diyarkirin ku li hemberî êrişên dagirker wê berxwedan were geşkirin.

Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrud got, li hemberî dagirkeriya li dijî Başûrê Kurdistanê ew ê bêdeng nemînin: “Li hemberî êrişên li dijî gerîla û gelê me, em ê her dem li meydanan bin. Em ê bi ruhê 15’ê Tebaxê êrişan û dagirkeriyê bişikînin.”

Di çalakiyê de siyasetvan Hatîp Dîcle jî got, “Dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî Kurdan bi kar tîne. Li nava Tirkiyeyê jî Kurdan hemûyan dike hedef. Di komkujiya li Konyayê de me dît. Di salvegera sedemîn a Lozanê de dixwazin tesfiyekirina Kurdan bibin serî. Çawa ku berxwedana Kobanê ji bo her kesî bûye hêvî, berxwedana gerîla jî ji bo Kurdan bûye hêvî. Divê PDK nebe amûra van lîstikan û bi ruhê neteweyî tevbigere.”

Li ser navê TJK-E’yê jî Ayten Kaplan got “Di şerê li dijî DAIŞ’ê de jinên Kurd li ber xwe dan û pêşiya qirkirinê girtin. Kesên îro bi çavê terorîstan li me dinihêrin, divê zanibin ku ne em lê Erdogan terorîst e.”

Hevnûnera HDP’ê ya Elmanyayê Leyla Îmret jî polîtîkaya Elmanyayê ya li dijî gelê Kurd rexne kir.

15´ê tebaxê hêviyeke mezin e

Li paytexta Fransayê Parîsê, bi şîara ‘Em li hemberî dagirkerî û tecrîdê, Rêber Apo azad bikin û Kurdistanê biparêzin’ 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin.
Xelk li meydana Republiqueyê civiya. Pankartên li ser wan nivîsandî ‘Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk em Kurdistanê biparêzin’ û ‘Ji bo 3 gerîlayên HPG’ê yên winda, bila PDK hesap bide’ bal kişand ser xwe.

Hevserokê CDK-F’yê Necmettîn Demîralp li vir got, “15’ê Tebaxê Cejna Vejînê ji bo Kurdan û rojhilata Navîn hêvî û baweriyeke mezin e.” Paşê xelk heta bi meydana Bastilleyê meşiya.

Li bajarê Fransayê Bordeauxê jî Kurdistaniyên ji Bordeaux û Toulousê 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Kurdistanî û dostên wan li meydana Stalîngradê civiyan û heta bi Place Victoireyê meşiyan.

Îtaliyan jî 15´ê Tebaxê pîroz kir

Li Navenda Çanda Kurd ya Araratê ya li paytexta Îtalyayê Romayê, 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin. Kurdistanî û Îtalî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Siyasetvan Îdrîs Guzel li vir axivî. Guzel got, fîşeka yekem a bi pêşengiya Fermandar Egîd li hemberî mêtingeran, feodalên paşverû û hevkaran hatiye teqandin.

 

5 hezar caran bijî 15´ê Tebaxê

Li bajarê başûrê Fransayê Marsîlyayê, bi şîara ‘Em ê bi ruhê 15’ê Tebaxê bersivê bidin dagirkerî û qetlîamê’ meşek hate lidarxistin.
Kurdên ji bajarên Montepellier, Marignane û Draguignanê jî tevlî meşê bûn. Meşê ji Meydana Canabiereyê dest pê kir û heta bi Meydana Vieux Portê dewam kir.
Beşdarên çalakiyê timî sloganên ‘Bijî 15’ê Tebaxê’, ‘Bijî berxwedana gerîla’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Terorîst Erdogan’ gotin. Qederê 5 hezar kesan tevlî meşê bûn. 
Di mîtînga li Vieux Portê de Hevserokê NCDK’ê Cevat Guneş axivî û 15´ê Tebaxê û berxwedana gerîla li dijî dagirkeriyê pîroz kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.