Egîd xwediyê axê ye

Yekşem 27 Adar 2022 - 22:12

  • Ferhan Gercîn: mamê min jê re got, mêhvanê bêt ber deriyê me, wê dest vale neçe. Heval Egîd wê demê ji mamê min re got, em ne mêhvan in, em xwediyê axê ne, ev axa me ye. 

IDRÎS KARA / MEXMÛR

“Heval Mahsum Korkmaz (Egîd) ji me re behsa azadkirina Kurdistanê dikir, me qet ne dizanî Kurdistan bindest e. Lê heval Egîd digot, Kurdistan dagirkirî ye, em ê rizgar bikin. Heval Egîd xwe weke mêhvan nedidît, digot ev axa me ye.”

Îron salvegera şehadeta fermandarê mezin ê ARGK´ê Egîd (Mahsûm Korkmaz) e. Wî 15’ê Tebaxa 1984’an fîşeka yekem dijî dewleta Tirk a dagirker teqand. Ev çalakiya bi fermandariya wî, weke çarenûs û vejîna gelê Kurd tê dîtin.

Ji roja şehadeta Egîd a 28´ê Adara 1986´an ve navê Egîd li hezaran zarokî hate kirin. Îro bi hezaran gerîlayên qehreman, li ser şopa fermandarê nemir Egîd, li dijî dagirkeriyê têdikoşin, li ber xwe didin. Herî zêde liv û tevgera fermandar Egîd, li Botanê bû, ji bo wê bi sedan xelkê Botanê, şahidiya lehengiya Egîd kirine. 

Gelk kesên hingê şahidî li qehremaniya fermandar Egîd kirin, îro li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî a li Mexmûrê ne. Yek ji wan jî Ferhan Gercîn e. Ferhan Gercîn behsa naskirina Egîd û peyamên Egîd ji me re kir.

Ferhan Gercîn di salên 80’yî de li Botanê koçer bû. Gercîn got, jiyana wan û ya gerîla nêzî hev bû, ew zivistanê li Hezexê diman, biharê jî diçûn Gabarê, Garisan, Besta û Tehtereşa Şemzînanê. Ferhan got, wan destpêkê PKK û gerîla nas nedikir, lê mirovên wan ên li Şemzînanê nas dikirin. Wî û xelkê wî ji mirovên xwe yên li Şemzînanê dibihîstin, "PKK, Apocî" hene.

‘Navê PKK’ê belav bû’

Ferhan behsa dengvedana PKK’ê ya li herêmê dike; “Dema çalakiya Erûhê ya li dijî dijmin pêk hat, êdî her kesî navê PKK’ê bihîst, her kesî behsa qehremaniya fermandar Egîd dikir. Navê Egîd li herêmê weke qehreman veda. Bi taybetî jî piştî çalakiyê, di nava koçeran de wî deng veda. Her kesî behsa Egîd dikir, heval Egîd jî êdî daket meydanê û hevrêyên wî dest bi propagandaya Kurdîniyê kirin.”

‘Ev Egîd e’

Gercîn fermandar Egîd dîtiye û wiha behsa dîtina wî dike: “Em li Şêxlera girêdayî Bêşebabê bûn, heval Egîd bi 4 hevalên xwe re hat gel me. Em bi hev re rûniştin, bê guman me tenê nav û dengê wî bihîstibû, me ew nas nedikir. Ji me re gotin ev heval Egîd e.”

‘Sîxur li pey bûn’

Ferhan tîne bîra xwe ku piştî wê, çend caran fermandar Egîd hatiye serdana wan û dibêje; “Careke din jî heval Egîd hat gel me, wê demê hinek kesên sîxurtî ji dijmin re dikirin, hebûn, li pey komên gerîla bûn. Dema me bihîst ew kes li herêmê digerin, me heval Egîd bi 4 hevalên wî re di bin konekî de veşartin. Ew kesên bi guman hatin, pirsa gerîla ji me kirin, me jî ji wan re got, me kes nedîtiye.”

‘Me dest bi alîkariyê kir’

Ferhan Gercîn dibêje, ji ber ku ew koçer bûn, dema vedigeriyan li cihê konên xwe, li pey xwe wan nan û xwarin dihêlan: “Me dizanî hinek kes li herêmê digerin, ji bo wê jî bav û mamê me digot, xwarinê zêde bihêlin, ji xwe siharê dema em diçûn wan cihan, me didît ku xwarinên me ji bo wan hêlayî, rakirine. Piştre me rasterast nan dida wan.”

‘Kurdistan bindeste!’

Ferhan Gercîn qala peyam û sohbetên fermandar Egîd jî dike: “Hevalê Egîd di sohbetên xwe de behsa azadiya Kurdistanê dikir, digot ‘emê Kurdistanê azad bikin’. Me nedizanî Kurdistan bindest e, li me ecêb dihat. Me ji xwe re digot, em koçer in, dinya wisan hatiye wê wisan biçe. Heval Egîd, wê demê ji me re digot, Abdullah Ocalan Rêberê Kurdan e, her tim digot, Kurdistan dagirkirî ye, divê em rizgar bikin. 

Jixwe, wê demê baş tê bîra min û li ber çavê min e, goreya niha di wêne de, li lingê wî bû. Heya çoka xwe anîbû. Ew goreya rîs bû, baş tê bîra min.”

‘Em ne mêhvan in’

Ferhan behsa diyalogeke şehîd Egîd û mamê xwe jî dike û dibêje, “Carekê heval Egîd hat, em li Bestayê bûn. Ji me re got, em dixwazin hûn hinek pez bidin me, her serê malê pezekî bidin me, ji bo ku li ser we jî bargiranî çênebe. Lê mamê min got, pezê me gelek in, halê me xweş e, em ê bidin. Me 5 pez dan. Heval Egîd ji mamê min re digot, ger barê we giran bibe, ez ê pereyan bidim. Lê mamê min jê re got, mêhvanê bêt ber deriyê me, wê dest vale neçe. Heval Egîd wê demê ji mamê min re got, em ne mêhvan in, em xwediyê axê ne, ev axa me ye. Ji ber ku em ne bîrewer bûn, me wan weke mêhvan didît. Lê heval Egîd xwe weke mêhvan nedidît. Ew xwediyê axê bû.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.