Ji fermandarên 15’ê Tebaxê Hacî

Duşem 23 Tebax 2021 - 23:13

SALIH DOGAN

Îbrahîm Durmaz (Haci) bavê çar zarokan bû, beriya 1980´yî ji bo kar berê xwe da Elmanyayê. Li wir tevlî nav refên Têkoşîna Azadiyê bû û bû yek ji fermandarên

Pêngava 15´ê Tebaxê. Wêneyekî Egîd (Mahsum Korkmaz) ku tê de ew jî xuya dike, di bîra miletê Kurd de cihê xwe çêkir.

Ev yek ji kêm wêneyên wî yên li nav refên gerîla ye. Lê belê, bi salan gava mirov behsa Egîd kir, ev wêne hat bîra mirovan. Egîd li ser hesp e, Hacî li pêşiya hesp e. Li piştê jî sê gerîlayên din xuya dikin. Li gorî texmînan wêne sala 1983´yan li Besta nêzî gundê Xirbikê Bestê hatiye girtin.

Hacî sala 1954´an li gundê Qerûk ê ser bi Pirsûsa Rihayê hatiye dinê. Di salên 1970’yî de haya wî ji Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê çêbûye. Gava ji bo kar berê xwe da Elmanyayê, têkiliyên xwe bi tevgerê re danîn. Ber bi dawiya sala 1982´yan ve ji bo têkoşîna çekdarî çû Başûrê Kurdistanê û ji wir jî çû Bakurê Kurdistanê. Di nava komên pêşî yên gerîla yên çûyî Botanê de bû. Fermandar Hacî di amadekariyên Pêngava 15´ê Tebaxê de cihê xwe bi awayekî çalak girt û piştre jî li ser wê xeta Botan û Xerza ma. Fermandar Hacî tevî gerîla Veysi Badem (Diyap) û gerîla Vedat Alataş (Zihnî) ên ku weke wî di “Tîma Propagandayê ya 21´ê Adarê” ya HRK´ê de bûn, 1´ê Tîrmeha 1985´an di berxwedana Şîrvan-Sîsemê de şehîd bû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.