Ew gule bera dîroka inkarê dan

Nûçeyên Forum

Yekşem 14 Tebax 2022 - 15:18

  • Di şeveke tarî de fişekek bibe wesîleya bi hezaran şevên ronî. Miriyên li goristana  çiyayê Agiriyê serî rakin, bibêjin, ez ne mirî me. 

Feyzî Mîrhesen

Di şeveke tarî de fişekek bibe wesîleya bi hezaran şevên ronî. Miriyên li goristana  çiyayê Agiriyê serî rakin, bibêjin, ez ne mirî me. Di ayetekê de Xwedê Teala dibêje, “Kesên ji bona can, mal û azadîya xwe li hemberê zaliman şer bikin û bimirin, ew ne mirî ne , sax in”. Gotin mirî ne, yên mayîn jî Tirkên çiyayî ne. Herçî nirxên Kurd û Kurdîstanî bûn, wan ew wêran kirin. Wezîrek wan di parlamenê de gotibû, “Kesên xwe Tirk nebînin, li vî Welatî mafekî wan

heye, ew koletî ye.”
Gelê Kurd  bi hezaran salan beriya Mîladê li Mezopotamyayê bû. Sala 1071´ê, Tirk hatin vê axê û bi alîkarîya Kurdan bi cih bûn. Paşê, bi dehan rêberên Kurdan ên weke Evdilselam Barzanî, Şex Seîd, Xalid Begê Cibrî û Seyîd Riza bi dar ve kirin. Bi hezaran gund, bajar û kes şewitandin. Ev rêzik heta îro hê jî dewam dike. Rêber, şaredar û parlamenterên Kurd kirin zindanan. Ka em ‘birayê’ hev bûn? Seraya we li Enqerê 1500 ode ye, lê cihên rêber û sîyasetvanên Kurd 10 metre ye. 

Baş e, çima ev gule 15´ê Tebaxa 1984´an teqîya? Gava bi navê ola Yezîdê lawê Muawiye serè Huseyînê lawê Hz Elî jêkirin, desthilatdarî ya Emewîyan bû. Ev gula han weke, weke kirinên Hz Ibrahîm bû, çawa pûtên Nemrûd şikandin, got, em te qebûl nakin. Ji bilî xweda ji ti kesî re bendetî û koletiyê nakin. Lewma jî Hz îbrahîm rêberê azadî, aşîtiyê û hemû bawerîyan e. 

Lê miletek heye, zarokên Hz Ibrahîm, hêj di bin koledariya Nemrûdan de ne. Ev rêzik bi hezaran dayik û keçên Kurd li sûkan avêtin ber mazatê. Sûr, Cizîr û heta bi Efrînê, we wêran kir.  Ziman çand û peykerê Ehmedê Xanî kerî û parçe kir. Gorên Zarokên Kurd hestiyên wan ji axê deranîn û birin. Divê cihekî Kurdan li vî warî hebe. Birano! dema mesele Kurd in, ji bo wan hizbên Kurd hemû xeter û neyar in. Her wisan Ol û Baweriya Kurdan, çi Misilmanên Sunî, çi Elewî  û çi Êzîdî, ev bawerî hemû ji bo dagirkeran hedef in. 

Gava Kurd bibêje, “Ez mirov im, Kurd im, xwedan dîrok û çanda xwe me, zindan koçberî li ber û ew di hucrikan de ye. Parlamenterek wan û îmamekî wan ê bi navê Cubbelî Ahmet ê DAIŞ´î wiha fitûyê dide, “Kurdên ne misilman, ew ne Kurd in”. Baş e, em Kurdên ‘Zerdeştî, Elewî bidin aliyekî’, tu dibêjî, ew ne ‘sunî ne’. Lê, ka tirba  Şêx Seîdê Kal, Seîdî Kurdî, Evdilselam Barzanî? Li gorî we, ev ‘Misilmanên Sûnî bun’. Kê ew bi dar ve kirin? Lê tu bibêjî Kurdên ‘Cerdevan, Metîner û Şaredarê Agiriyê, di destê wî de tiving, di sûka Agiriyê de bigere. Ev ne Misilmanî ye û ne jî Kurdbûn e. Li gorî Cubbelîyan ‘Kurdên ku dengê xwe bidin wan, ew misilman û pîroz in”.  We Şengal, Sûr, Mereş, Dêrsîm, mizgefta Amedê wêran kir. Ji bo wê, Kurdên berxwedêr, baweriya wan çi dibe bila bibe, hûn tine dikin. Em bi teriqa (rêya) te şêxê te û demokrasiya te îdî naxapin, bi gotineke Hz Elî, “kes yan jî civakeke serê xwe li ber zaliman bitewîne, ew tevî maf û heqê xwe, şeref û rûmeta xwe jî ji dest didin.” 

Guleya yekê ya 15´ê Tebaxê, ji bona vê li dîroka  inkar û tinekirinê hatiye teqandin. Keç û Xortên Kurdan îro dîrokê dinivîsîn. Mizgin li we girtîyên azadiyê, penaberên li derve û têkoşerên azadiyê, Bi gotina Seydayê Tîrêj, “çerxa cîhanê hertim bi fitl û ger û dewr e”. 

Em ji her serok û rêberê ku hatiye bi dar ve kirin, ji Fermandar Egîd û şehîdên herçar  parçeyên Kurdistanê bi bîr tînin. 15´ê Tebaxê li têkoşeran û mirovahiyê pîroz be.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.