Xeyaleke min heye

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 14 Tebax 2022 - 22:00

  • Her ku ez li van belgefilman temaşe dikim û van rêzefilman dibînim, dilê xwe dibijînim wan û di ber xwe re dibêjim, “Çima belgefilmeke me ya bi rêk û pêk li ser 15’ê Tebaxê tine ye!” û aciz dibim. Dema Egîd û rêhevalên wî tên bîra min hêrsa min bêhtir radibe. 

ARDÎN DÎREN

Dema em berê xwe didin hin bûyer û qewimînên şoreşgerî yên dinyayê, em dibînin ku derbarê wan bûyeran de gelek belgefilm û rêzefilm hatine çêkirin. Çi baş çi xerab, lê bi awayekî hin tişt li ser van bûyeran hatine sêwirandin û xelk li wan temaşe dikin. Nexasim derbarê Che Guevara de di vî warî de gelek ceribandin hene. Çend belgefilmên baş hene ku behsa rêwîtiya wî dikin. Her ku ez li van belgefilm û rêzefilman temaşe dikim, dilê xwe dibijînim wan û di ber xwe re dibêjim, “Çima belgefilmeke me ya bi rêk û pêk li ser 15’ê Tebaxê tine ye!” û aciz dibim. Dema Egîd û hevrêyên wî tên bîra minm, hêrsa min bêhtir radibe. Dûre jî xeyala belgefilmekê dikim, belgefilmeke ku li Dihê û Şemzînanê bi awayekî paralel bi hev ve hatiye girêdan û behsa çalakiyên pêngava 15’ê Tebaxê dike;  ya ku pêngava vejîneke pîroz vedibêje û ruhekî mirî ji nû ve bi rih dike li çiyayên Kurdistanê. 
Meriv carna dixwaze bi arşîv û hin çavkaniyan dakeve û li hin tiştan temaşe bike. Ji wan hin tiştan hîn bibe û careke din li ser birame. Ez li vir behsa xwendinê nakim ha! Yekser behsa “temaşekirin” ê dikim. Yanî arşîva dîtbarî, dîmenên reş û spî, yan jî dîmenên ku bi kamerayên kevn hatine girtin û xera ne. Hin wêneyên reş û spî ku li ser wan leke hene û her tiştên kevn yên bi vî rengî. 

15’ê Tebaxê bi belgefilmekê

Lê her ku ez derbarê 15’ê Tebaxê de rastî hin dîmen û fotografan têm dilê min diêşe. Tenê ji xeynî çend wêneyên dema çalakiyê û helbet wêneyê bi heybet ê Egîd, mixabin ti tiştî bi dest naxim. Helbet bibîranînên hevrêyên Egîd yên wan rojan jî hêja ne û ew jî rêyekê ber meriv dixin da ku meriv zêdetir texeyula wan rojên dijwar bike. Li wî weneyî dinihêrim û li wan kêliyan dihizirim. Wan kêliyên dîrokî tînim ber çavên xwe, weke rêzefilmekê, yên ku rêwîtiyeke bêhempa dan destpêkirin li çiyayên Kurdistanê. Gabar, ti çi navekî xweş û bi heybet î! Egîd û hevalên xwe hûn çi kesên bi rûmet in. Gelo wan di wan kêliyan dîrokî de çi hîs kir, tirs û wêrekiya wan, kêmasî û derfetên wan, nihêrîn û meşa wan a ber bi azadiyê ve pirr meraq dikim. Helbet ne pêkan e meriv dîmenên rastî yên wê demê bi dest bixe, lê çima meriv nikaribe ji nû ve wan kêliyan zindî bike û bi rêya belgefilmekê bide fêhmkirin? 

Sponsorekî weke tevgera Azadî li pey meriv be, ev yek pêkan e ez dibêjim! Ji lewre, li dinyayê kêm sponsorên wiha bi hêz hene. Meriv dikare wan kêliyan ji nûve zindî bike û belgefilmeke bi tesîr çêke. Ez li vir behsa filmên “fiction” nakim, behsa belgfilmekê dikim. Lewma, li gorî min belgefilm tişta herî nêzî jiyana rastîn e. Ew bi hêz û bandor e û xwedî şêwazeke resen e. Bi riya çend gerîlayan ji nû ve zindîkirina pêngava 15’ê Tebaxê, ha ez vê yekê xeyal dikim.

Ev yek ewqas zehmet nîne û bi ekîbeke serketî dikare pêk were. Heger gerîla bi xwe vê belgefilmê çêke ev manedartir e. Li gorî tecrûbeya wan ya di vî warî de bi ya min, ew dikarin çêkin jî. Ew hêz, taqet û nihêrîna wan ya sînemayî jî heye.

Metaforên ‘guleya yekem’ û ‘çiya’

Lewma, her 15’ê Tebaxê li belgefilmekê dihizirim. Di xeyal û asoyên xwe de li rêwîtiya şoreşgerên “guleya yekem” bera pêsîra dijmin dan, difikirim. Çi rêwîtiyeke bedew bû, çi dengekî bi tîn bû. Çima ji olana van guleyan muzîkeke filmekê çênebe, çima ji wan şivereyên meqab maç kirine dîmenên berxwedanê neyên fesilandin? Ji awirên Egîd ên ku dema haziriya çalakiyan dike bi hevrêyên xwe re, çima yek ji plan-sekansên herî baş ên dinyayê neyê amadekirin? Tenê meteforên “guleya yekem” û “çiya” dikarin gelek tiştan bi meriv bidin fikirandin. Li ser gotinên mêhtingeran û karîkatûrên rojnameyên dewleta Tirk ên ku wê demê digotin, “Kurdistana xeyalî li vir veşartî ye” meriv dikare gelek tiştan bisêwirîne û rizgarkirina çiyayên Kurdistanê bîne ziman. Ew Kurdistana ku hatibû binaxkirin û bi ser de jî beton hatibû rêtin!

Prologa belgefilma min

Heta dema li vê belgefilmê dihizirim sehneya yekem a weke prologekê jî wiha ye;  “Li serê çiyayekî bilind mezeleke ji betonê ku li ser ‘Kurdistana xeyalî li vir veşartî ye’ dinivîse heye. Çend gerîla li dora çiya hin teqemeniyan hazir dikin. Paşê ji dûr ve wê mezelê diteqînin!” Piştî vê sehneyê belgefilm dest pê dike. Tenê ev sehne bi serê xwe dikare gelek tiştan ji xelkê re vebêje.  Bi ya min metaforeke giring e. Eynî weke ya gerîlayan li çiyayên Kurdistanê mezelek li ser “Mêhtingeriya xeyalî li vir veşartî ye” nivîsandî çêkiribûn.

Heya belgefilmeke bi vî rengî çênebe, ez ê her 15’ê Tebaxê xeyala xwe dubare bikim û tiştekî din lê zêde bikim. Bi hêviya rojekê ev xeyala min pêk were û ez li vê belgefilmê temaşe bikim. Em li sînemaya gerîla bifikirin. Heger em filma “Bêrîtan” bînin ber çavên xwe ti ferqa vî filmî ji “guleya yekem” ya ku Egîd reşand ser mêhtîngeran tine ye! Di warê tesîrê de heman tişt in. 

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.