Şahiya 15'e Tebaxê li Mexmûrê
Duşem 16 Tebax 2021 - 23:56
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi şahiyekê 15’ê Tebaxê roja vejîna gelê Kurd hate pîrozkirin.
Bi rasthatina salvegera 37´an a Pêngava 15’ê Tebaxê li Wargeha penaberan a Mexmûrê bi tevlîbûna bi sedan kesî li Navanda Çand û Huner a Mexmûrê şahiyek hate lidarxistin.
Li ser navê çalakvanê greva birçîbûnê yê koma 121’an Evdirehman Guler 15’ê Tebaxê li Rêber Abdulah Ocalan, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, girtiyên azadiyê û tevahiya gelê Kurd pîroz kir û got, "15’ê Tebaxê roja vejîna gelê Kurd e û ji bo me rojeke dîrokî ye. Pêwîst e em bi ruhê berxwedana
15’ê Tebaxê şoreşê xurt bikin."
Piştî axaftina destpêkê koma muzîkê ya Mexmûrê û koma dîlanê ya Weqfa Jinê derketin ser dikê. Her wiha stranbêj Narîn Cizîrî jî derkete ser dikê û bi stranên xwe coşa Mexmûriyan zêde kir.
Piştre jî koma Kevana Zêrîn a zarokan a govendê derket ser dikê. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
ANF/MEXMÛR