Gerîlayan xweş lê da
Duşem 16 Tebax 2021 - 23:24

Fermandariya Biryargeha NPG'ê çalakiyên 15'ê Tebaxê silav kirin û got, "Em hevrêyên xwe yên tevlî van çalakiyan bûne silav dikin û pîroz dikin."
Fermandariya Biryargehê ya Navenda Parastina Gel (NPG) daxuyaniyeke nivîskî weşand û çalakiyên ji bo silavkirina 15'ê Tebaxê pîroz kirin.
Wê got, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di salvegera 37'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de çalakiyên berfireh li dar xistin.
6'ê Tebaxê li navçeya Şemzînanê 8 dagirker hatin cezakirin û wesayita bi tîpa Kîrpî hate îmhakirin.
10'ê Tebaxê li navçeya Elkê ya Şirnexê li qada Deriyê Qaçê ya herêma Kato Jîrkayê çalakiya sabotajê hate lidarxistin, herî kêm 6 dagirker hatin cezakirin.
11'ê Tebaxê li qada Bektorya ya herêma Heftenînê dagirkerekî li ser Girê Kato Sûlê bi çalakiya sûîqestê hate cezakirin.
12'ê Tebaxê li qada Girê Sor a herêma Avaşînê li ber tunelên şer dagirkerek hate cezakirin.
12'ê Tebaxê li qada Girê Azad a herêma Metînayê çalakiya koordîneyî bi çekên giran hate lidarxistin û 3 dagirker hatin cezakirin.
13'ê Tebaxê li Werxelê, li avaşînê li dijî dagirkerên li pêşiya tunelên şer destpêkê bi sabotajê piştre jî bi serdegirtinê çalakî hate kirin, 2 dagirker hatin cezakirin, 200 kîlogram teqemenî hate desteserkirin.
14'ê Tebaxê li qada Girê Koordîne ya herêma Metînayê 2 dagirker hatin cezakirin û alavên leşkerî yên dagirkeran hatin îmhakirin.
Ev çalakiyên hatin lidarxistin asta branşbûnê û jinûve avabûnê ya HPG'ê radixe pêş çavan. Pêkhatina van çalakiyan bi armanca silavkirina 15'ê Tebaxê û lidarketina wan di salvegera 37'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de xwedî wateyeke dîrokî ye ku radixe pêş çavan wê gerîlayên azadiyê di xeta serketinê ya Egîd de ti carî tawîzê nedin.
Lewma ji ber çalakiyên li Şemzînan, Botan, Heftenîn, Metîna, Girê Sor û Werxelê yên Avaşînê, em hevrêyên xwe hemûyan ên tevlî van çalakiyan bûne silav dikin, pîroz dikin û serketinê ji wan re hêvî dikin."
BEHDÎNAN















