Pîrozbahiyên bi heybet ên Şoreşê
Pêncşem 20 Tîrmeh 2023 - 14:17
Salvegera 11’an a 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojava, li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, taxa Zorava ya Şamê, Kobanê, Reqa, Qamişlo, Girkê Legê, Dêrik, Dirbêsiyê û Şedadê, Tebqa, Hesekê û Şehbayê pîrozbahiyên bi heybet hatin lidarxistin.
Beşdarên pîrozbahiyan soz dan ku ew ê xebat û tekoşîna ji bo pêkanîna armancên şoreşê, di serî de rizgarkirina herêmên dagirkirî û pêkanîna pergaleke rêveberiyê ya civakî ku xizmeta gelê Sûriyeyê dike, xurttir û berfirehtir bikin.
Hemû qadên pîrozbahiyan bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, şehîdên şoreşê hatin xemilandin. Bi hezaran şêniyên ji pêkhateyên ‘Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez, Ermen’ cihê xwe li qadên pîrozbahiyan girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN