Pîrozbahiya di bin dorpêçê de

În 29 Mijdar 2024 - 03:05

Li paytexta Îngilistan Londonê, li dijî operasyona serdegirtinê ya polîsên Îngiliz a li hemberî xebatkarên Navenda Civaka Kurd û aktîvîstên Kurd berxwedana Kurdan dewam dike.

Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd Turkan Bûdak, xebatkarê Navenda Gelê Kurd Ercan Akbal, siyasetmedarê Kurd û nivîskar Alî Poyraz, Nûnerê Têkiliyên Derve ya Kurd Agît K., aktîvîsta jin a Kurd Berfîn K., Mazlûm S. û Dogan K. ên hatin binçavkirin, lêpirsîna wan a li navenda polîsan qediya. Kurdan diyar kirin ku dagirkerî bi daxwaza dewleta Tirk hate kirin û ji polîsên Îngiliz xwestin ku dest ji êrîşê berdin. Polîsên Îngiliz êrîş birin ser gel, jin jî di nav de gelek kes birîndar bûn, 2 jinên Kurd rakirin nexweşxaneyê. Yên ku birîndar bûn gotin:"Em ji ber zilma dewleta Tirk hatin vê derê. Niha jî em li zilma Îngilizan rast tên. Bila şerm bikin. Ji ber ku dewleta Tirk xwest, bi vî rengî nêzî me dibin." Polîs kesî nêzî avahiya KCC nakin, tîmên Antî-Terorê jî lêgerînên xwe tevahiya rojê dewam kirin. Endamên Îstîxbarata Îngiliz ên ku rûyê xwe bi maskeyên reş nixumandin, malzemeyên teknîkê yên saziyê, al û arşîva saziyê desteserkirin. Kurdan jî wesayetinên endamên îstîxbaratê bi gotina 'Şerm bikin', 'Bêexlaq' şermezar kirin. Li ber benda polîsan kon hate vedan û li vê derê stranên ji nirxên gelê Kurd hatin gotin. Enternasyonalîstan jî piştgirî dan gel. Enternasyonalîstên Îngiliz êrîşa polîsan a li ser saziya gelê Kurd li ber benda polîsan şermezar kirin. Rojnamevanê Îrlandayî Mark Campbell bi zimanekî tund polîs û hikumeta Îngiliz rexne kir û diyar kir ku PKK'ê li Rojhilata Navîn rûmeta mirovahiyê rizgar kir. Mark Campbell pirsa 'PKK ji bo we çi ye?' li gel kir, gel jî got, 'PKK gel e, gel li vir e'. Ji aliyekî ve berxwedan li aliyê din tundiya polîsan. Cejna Vejînê di nava bendan de hate pîrozkirin. Girseya gel li ber stranên Mîr Perwer û Merwan Şan li ber avahiya KCC'ê govend gerand.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.