Pira Rojava û wêneyên Enfalê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 24 Nîsan 2025 - 00:06

FIRAZ BARAN / DUSSELDORF

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê wê 23’yê Nîsanê li Elmanya ji bo 5 rojan berdewam bike bê lidarxistin.  Me duh dosyeyeke berfireh di derbarê festîvalê de hazir kiribû. Va ye çend belgefilmên girîng ên di festîvalê de tên nîşandan jî em bi we re parve dikin.

Yek ji dokumentara girîng ên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorfê “Eine Brücke Nach Rojava” ye. Rêveberê wê Ekrem Heydo ye. Dokumentar wê 26ê Avrelê demjimêr di 20:00 de li Sînemaya Ufa Palastê bê nîşandan. Belgefilm 66 deqîqe ye û bi zimanê Elmanî û Kurdî ye.

Mijara Dokumentarê

Li bajarê Berlînê Komeleya Xwişk û Biratiya Bajêrê Friedrichshain-Kreuzberg û Dêrikê ava dibe. Dokumentara Ekrem Heydo li ser çîroka damezrandin, pêşveçûn û projeyên vê komeleyê ye. Damezrênerên vê komeleyê Elke Dangeleit û H.Günter Kleff sala 2018an diçin Rojavayê. Ekrem Heydo vê gerê kişandiye. Dokumenter veguhertina welat û gelekî tîne ber çavan. Derhêner zehmetî û tehdîdên li ser Rojava jî nîşan dide. Her wiha dokumentar nîşan dide ku jin di her astê de çawa beşdarî jiyanê dibin.

Ekrem Heydo kî ye?

Ekrem Heydo di 2ê Sibata 1973an de li Serêkaniyê ji dayik bûye. Tibê dixwîne lê doktoriyê nake. Sala 1995an ji ber sedemên polîtîk hatiye Almanyayê û daxwaza penaberiyê kiriye. Li Hannoverê beşa kamera û montajê xwendiye û di sala 2003an de qedandiye. Paşê li Akademiya Hunerê ya Ruhr a Dortmundê derhênerî xwendiye û sala 2010an qedandiye.Sala 2011an yekemîn dokumentera xwe ya bi navê “Helebja – Zarokên Winda” kişandiye. Sala 2016an dokumentara bi navê “Bihuşta Min” çêkiriye. Ev dokumentar 104 deqîqe ye. Ekrem Heydo bi van herdu dokumentaran gelek xelat wergirtiye.

Di Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê de du dokumentar li ser Komkujiya Enfalê ye: “980” û “Enfal û Wêneyên Nehatî Dîtin”. Her du dokumentar wê di heman roj û saetê de li pey hev li heman salonê (Sînemaya Metropolê) bên nîşandan. Roja 24.04.2025an û seat 16:00ê. 

Mijara Dokumentarê

Ev belgefîlm li ser çîroka wênekêş Hecî Kak Evla ye ku bi derhêneriya Hawraz Muhamed çûye serî. Hecî Kak Evla bi wêneyên xwe bîranînan zindî dike. Wêneyên wî beriya Komkujiya Enfalê hatine kişandin. Li ber zilma demê û zilma BAASê xwe parastine. Tam piştî bîst û pênc salan ev wêne dikevin destê Hêmin. Hêmin pê dihese ku ev wêne yên Şehîdên Enfalê ne. Paşê dikeve rê û dest bi şopandina malbatên şehîdan dike.

Her wêneyek bi xwe çîrokek nû derdixe. Çîrokên bi êş lê berxwedanî… Mînak sala 1988an pîrejinek û zilamekî pênc zarokên xwe winda kirine. Piştî sî salan, bi awayekî mucîzeyî, rastî wêneyên zarokên xwe tên.

Hawraz Muhamed kî ye?

Hawraz Muhamed sala 1983an li Silêmaniyê ji dayik bûye. Ew derhênerê dokumentaran û fîlman e. Derhêneriya çardeh dokumentar û heft kurtefîlm kiriye. Li ser sînemayê gelek gotar bi kurdî nivîsandiye û di weşanên kurdî de belav kiriye.

Hawraz Muhamed beşdarî gelek festîvalên sînemayê yên herêmî û navneteweyî li seranserê cîhanê bûye û bîst û yek xelatên xwecihî û navneteweyî wergirtiye. Sala 2007 û 2008an li Zanîngeha Silêmaniyê beşa Civaknasiyê xwendiye.

Li ser sosyolojiyê nivîskarê du pirtûkan e. Her wiha Hawraz Muhamed jî mîna her rûniştevanên Silêmanî ji nivîsandin û xwendina helbestan jî hez dike. Di helbestên wî de bandora sînemayê bi awayekî zelal xuya dibe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.