Pira nû ya Reqawî bidawî dibe

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 15 Adar 2024 - 00:58

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Cotmeha 2022'an de projeya çaksazkirina pira nû ya Reqayê da destpêkirin. Armanc ji projeyê sivikkirina barê pirr û bendavên din ên li ser çemê Firatê, hêsankirina rêya bazirganiya hundirîn û ya çandinî û veguhastina li herêmê ye. Derbarê projeyê de rêveberê avakirina pira nû endezyar Îhab El Hamid got:"Em gihîştin qonaxa dawî ya projeyê, tenê hîmek maye bê avakirin, ew jî niha tê pêkanîn." Pir li başûrê rojavayê bajarê Reqayê ye û bajêr bi gundewarê başûr ê li ber çemê Firatê ve girê dide. Wek Kîsrat û navçeyên kantona Tebqayê wek Mensûra.

Îhab El Hamid diyar kir ku niha ew êdî li ser avê dixebitin û destnîşan kir ku qonaxa dijwar a projeyê derbas bû û got: "Hatibû diyarkirin ku proje di salekê de bi dawî be. Lê sedema derengmayîna projeyê ew bû ku hîmeke bi temamî hatibû wêrankirin, ji ber wê jî zehmetî tê de li pêşiya me derketin. Lê niha proje dê piştî 50 rojan bi dawî be." Pira nû ya Reqayê (pira El Reşîd) di 1960’î de hat avakirin. Lê piştî ku çeteyên DAIŞ’ê di 2017’an de ji bo rêgirtina li ber Hêzên QSD’ê ew teqandin.

ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.