Pira navbera Elmanya û Kobanê

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 7 Kanûn 2022 - 03:30

  • Dr. Besrawî Elî bi hevkariya Komeleya li Elmanyayê Xizanî û Sihet salê 6 mehan diçe Kobanê û xizmeta sihetê ya bêpere dide xelkê. Ew dibêje, kî bi çi zanibe bila qet nebe ji bo perwerdekirina ciwanên li Rojava parve bike, dersan bide. 

ERKAN GULBAHÇE/SAARBRUCKEN

 

Dr. Besrawî Elî di pêvajoya rizgarkirinê Kobanê de cih digire û birîndaran derman dike. Ev pêvajo gelek bandorê Dr. Besrawî Elî dike. Ji ber wê ew careke din vedigere Kobanê. Weke cerahekî ji Kobanê xizmeta xelkê Kobanê dewam dike. Ew di navbera Komeleya li Elmanyayê Xizanî û Sihet (Armut und Gesundheit in Deutschland) û Kobanê de bûye weke pirekê. Li navenda ku vê komeleyê li Kobanê vekiriye, ew hem weke cereah xizmetê dike û hem jî ji bo ku xizan ji xizmeta sihetê sûdê wergirin dixebite. Em bi Doktor Besrawî Elî re li ser xebatên Komeleya li Elmanyayê Xizanî û Sihet yên li Kobanê û pergala tenduristiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn.

 

Piştî ku tu li Elmanyayê bi cih bûyî, fikra vegera Kobanê çawa derket holê?

Bi rastî ez ti carî ji Kobanê derneketim. Her çiqas dem bi dem ji Kobanê veqetiyam jî ez her tim bi ruhê xwe li Kobanê mam. Piştî tiştên ku min di şerê Kobanê de dîtin, min vegera Kobanê weke erkeke wijdanî da ser milên xwe. Dema ku min dît di berxwedana Kobanê de hewcedarî bi cerahên giştî û ortopedîk heye, min zarokên xwe derxistin derveyî welat û li Kobanê vegeriyam. 

Her wiha divê bi zelalî bînim ziman ku beriya Şoreşa Rojava, ez gelekî bi axê ve girêdayî bûm. Lê ti fikrên min ên siyasî tine bûn. Ji ber ku ez bi axa dê û bavê xwe ve hatibûm girêdan. Lê belê fedakariya ku di berxwedana Kobanê de hat nîşandan û têkoşîna ciwanên li wir di nava şert û mercên giran de, tevî birîndarbûna xwe li Kobanê man û têkoşîna xwe dewam kirin, ji bo min bû xaleke veguhertinê. Hevrêtiya ciwanên çar parçeyên Kurdistanê ya li Kobanê û dilsoziya wan a bênavber bû sedema herî mezin a girêdana min bi Kobanê re. Yanî piştî dîtina hevrêtî û lehengiya wê rojê, venegeriyana Kobanê ji bo min wek xiyaneta herî mezin bû. Vegera Kobanê ji bo min bûbû meseleyeke wijdanî. Min wek erka mirovbûnê dît ku careke din biçim Kobanê û doktoriyê bikim. Herçiqas ez ji welatê xwe dûr bim jî, bi çûna Kobanê deynê xwe didim. Di navbera min û wijdanê min de şer dewam dike. Heta niha wijdanê min her tim bi ser ket. Ez nîvê salê li Elmanyayê û nîvê salê jî li Kobanê dimînin.

 

Berxwedana Kobanê ya di navbera salên 2013-2015'an de çawa kir ku tu li Kobanê vegerî, hingê çi qewimî?

Ji bo min pêvajoyeke pirr dramatîk bû. Min bi zehmetiyên mezin dîtin, Kobanê gelek êş dikişandin. Gelek ciwan û sivîlan jiyana xwe ji dest da. Cara yekemîn ez li Kobanê bûm şahidê yekîtiya Kurdan. Ji çar aliyên cîhanê Kurd herikîn Kobanê. Vê rewşê bandoreke derûnî li ser min hişt. Di pêvajoya berxwedana Kobanê de ez neçar bûm ku gelek ciwanan emeliyat bikim. Her çend ev rewş min diêşîne jî, ez ji bo vê xizmetê pirr bextewar û serbilind bûm. Digel ku ji bo min cihê şanaziyê bû, rizgarkirina Kobanê bextewariya min a herî mezin bû.

 

Yanî tu sala 2015’an çûyî Elmanyayê, lê careke din, kengî vegeriyayî Kobanê?

Sala 2016’an min hewl da ku bikevim ameliyatên nexweşxaneya rêveberiya xweser a ku xizmeta belaş dide gel. Di navbera 2016-2017´an de min di emeliyatan de alîkariya hevalekî doktor kir. Dema ku bi têra xwe doktor hatin nexweşxaneyê, min dest bi xebatên projeyên cuda kir. Bi taybetî min gelek proje ji bo alîkariyên mirovî û gihandina kelûpelên bijîşkî ji bo herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade kirin. Di çarçoveya projeya ku min amade kirî de, di serî de mala zarokên sêwî û herwiha gelek sazî û nexweşxaneyan re alîkariya tenduristiyê me kom kir û gihand herêmê.

Tiştên ku min di pêvajoya Kobanê de dîtin, her tim ez dikişandim Kobanê. Di hemleya Minbic û Reqayê de ez çûm herêmê û min xizmeta birîndarên şer kir. Dîsa li gel heyeteke li dijî dagirkeriya Efrînê ya sala 2018’an ji bo pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê çûm herêmê û tiştên li Efrînê qewimîn gihandin raya giştî rojava.   

 

Di çarçoveya xebatên Komeleya li Elmanyayê Xizanî û Sihetê de çend kes bi we re kar dikin, tu dikarî hinekî behsa xebatên xwe bikî?

Klinîka min a ku sala 2014an ji ber şer wêran bûbû, me tamîr kir. Heta roja îro em li wir xizmetê didin gel. Du bijîjk, du hemşîre, ajokarê ambulansê, xebatkarên paqijiyê bi tevahî 6 kes dixebitin. Dema ku hewce bike karmendên demkî jî têne wergirtin. Komeleya li Elmanyayê Xizanî û Sihet, tevî lêçûnên karmendan û lêçûnên din, vedigire ser xwe. Dema ku me dest bi van alîkariyan kir, me ji xwe re şeş meh diyar kiribûn. Ev alîkarî ji sala 2016’an ve dewam dike. Li navenda bijîjkî, em bi giranî li ser dermankirina "lingê şekir" disekinin. Bi serbilindî dikarim bibêjim, niha li wir nêzî 2 hezar 500 kesî bê mesref tên dermankirin û dermanên xwe distînin. Ambulansek heye xwe digihîne heta bi 50 kîlometreyan û alîkariyan digihîne nexweşên şekir. Ji bo kesên ku hewcedariya wan bi alîkariyê heye bîne nexweşxaneyê, kar dike. Her wiha me di mala zarokên sêwî de jûrek girt û di wir de em xizmeta zarokên sêwî dikin. Di vê çarçovê de du hemşîreyên ku mesrefên wan em digirin ser xwe, xizmeta zarokan dikin. 

Dema ez diçim Kobanê, ez bi xwe li sêwîxaneyê dimînim. Komeleya me kar û xebatên xwe bi koordîneya nexweşxaneya şaredariyê, organize dike.

 

Çi zehmetiyên li ber xizmeta saziya we hene, çi pêdiviyên tibî û bijîşkî hene?

Berê me li Elmanyayê derman û kelûpelên tenduristiyê kom dikirin û dişandin Rojava. Ji ber ku demeke dirêj di rê de diman, roja wan derbas dibû. Gelek caran em neçar man wan dermanan bişewitînin. Her wiha, birina dermanan a ji Rojava re ji  kirîna dermanan pirr bihatir bû. Di van demên dawî de, em dermanên xwe li ser Şam û Helebê dikirin. Pirr rehettir e û di wexta xwe de tên. Ji ber şer, em nikarin her cûre derman û malzemeyan peyda bikin. Dermanên tên xwestin yekser peyda nabin. Lêbelê, em dikarin li gorî 2014´an hinekî hêsantir bigihîjin dermanan.

 

Xizmeta tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çawa ye, gelo têra pêdiviya xelkê dike?

Li Kobanê heta destpêka sala 2015’an hemû xizmetên tenduristiyê taybet bûn. Kesên ku pereyên wan hebûn, xizmet digirtin û yên ku pereyên wan tinebûn, nikarîn ti xizmeta tenduristiyê bistînin. Lê îro nexweşxaneya giştî ya Rêveberiya Xweser li Kobanê û nexweşxaneya ji bo jin û zarokan jîji sedî 100 bê heq xizmetê didin. Her wiha li gundên mezin saziyên piçûk ên xizmetên tenduristiyê didin. Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ti kes bê xizmetên tenduristiyê namîne.

Berê xizmeta tenduristiyê ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve dihat dayîn. Ev sîstem ji ber şer hilweşiya. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kedeke mezin hewl dide sîstemeke nû ava bike. Lêbelê, meriv nikare bêje ku ew li vir pirr serketî bûn. Derfetên wan pirr kêm in. Tevî şer jî pergala ku dixwazin ava bikin, ber bi serketinê ve diçe. Berê nexweşxaneyan li bajarên mezin ên weke Heleb û Hesekê xizmeta bêpere dida. Lê niha li her parêzgehê û li gundên mezin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xizmetên bêpere tên dayîn. Em dikarin vê yekê weke serketinekê û rewşek erênî ya rêveberiya xweser nîşan bidin. Em niha ji bo sazkirina pergala nû ji hêla doktorên ku li Ewrûpayê têne cem hev, ramanên xwe diguhezînin.

 

Pirsgirêka herî mezin a sîstema tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi ye, ji bo çareserkirina pirsgirêkê pewîst e çi were kirin?

Li herêmê gelek saziyên biyanî xizmetên tenduristiyê didin. Ji bo xizmetên alîkariyê li wir in. Derman, aborî, feydeyên lênihêrîna tenduristiyê ji bo demeke kurt giring e. Lêbelê, ev ne çareseriyeke mayînde ye. Lazim e ku meriv pê ve neyê girêdan. Siberojê, binesaziyeke ku bi derfetên xwe û personelên xwe xizmetên tenduristiyê bide, divê bê amadekirin. Bi gotineke din, binesaziya xizmeteke ku bi dînamîkên xwe bijî, ne girêdeyî derve be, lazim e. Bi taybetî divê zêde nexweşxaneyên nûh bên avakirin. Helbet hovîtiya dijminê me heye. Beriya bi çend rojan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê binesaziyên herêmê hatin derbkirin. Di nava wan de nexweşxane jî hene.

 

Li Ewrûpayê gelek doktorên Kurd hene. Bijîşkên din ên ku nîvê salê li Rojava kar dikin hene?

Ev şeş sal in, ez vî karî dikim. Erê heta niha çend bijîşk mehekê, du mehan hatin û çûn. Lêbelê, wan dewam nekir. Bi qasî ku ez dizanim, ti doktorê derveyî welat, salê şeş mehan nayê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

 

Tu li Elmanyayê dimînî û gelek doktorên Kurd li wir hene. Têkiliyên we hene? Ji bo projeyên weke ya te, tu bang li wan dikî?

Belê, têkiliyên me bi gelek doktorên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê re hene. Lê heta niha me nekariye bi wan re projeyan li dar bixin.

Her wiha em bi hevalên endamên Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê yên li Ewrûpayê re jî di nava têkiliyê de ne. Salên 2009 û 2010’an, me kongreyên xwe li Bakur û Başûrê Kurdistanê kirin. Ew bi awayekî çalak dixebitin. Ew beşdarî gelek projeyên çalak dibin.

Helbet ez erkek ji xwe re dibînim ku herim Kobanê kar bikim. Ez vî karî wek deyn dibînim. Ji bo min meseleya wijdanî ye.

Ez ji doktorên Kurd ên li Ewrûpayê û welatên din hêvî dikim ku piştgiriyê bidin projeyên ji bo Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê. Kesên ku derfeta karkirinê li wê herêmê tinebe, dikarin li ser înternetê dersan bidin ciwanên ku li zanîngeha Rojava û Kobanê dixwînin. Ew dikarin gotarên xwe parve bikin. Her bijîjk dikare bi serhêl tiştekî bike, nemaze ji bo perwerdekirina ciwanên nû.

Em Kurd dikarin pirr rehet aktîf bibin. Bi heman awayî, em dikarin bi hêsanî bikevin xewa mirinê. Me gelek mînakên vê yekê dîtin. Ya herî girîng jî pêvajoya Kobanê ye. Lê belê welatê me di bin dagirkeriyê de ye û ji bo ku em vê dagirkeriyê ji holê rakin, divê em her tim çalak bin. Dema ku em du mehan çalak bin û dema mayî jî di nav mirinê de razên, em nikarin bigihîjin armancên xwe. Mirov di tevahiya jiyana xwe de xwedî hin berpirsiyariyan e. Berpirsiyariya wî ya herî giring helwêsta wî ya neteweyî ye. Her Kurd, madî, manewî, alîkarî, dîplomasî, perwerdehiya online û wekî din çi hebe, bila pê xizmeta gelê xwe bike.

 

Ji bo siberojê çi projeyên we hene?

Niha em tenê li Kobanê xizmetê didin. Em dixwazin li Qamişlo jî cihekî bi vî rengî ava bikin. Me ji bo ambûlansê jî destûr wergirt. Ez bi xwe heta ji destê min bê, ez ê dewam bikim, nizanim pênc sal, an deh sal, lê ez ê heta dawiyê vî karî bimeşînim.

 

Komeleya xizanî û sihetê

 

Armut und Gesundheit in Deutschland e.V. (Komeleya li Elmanyayê Xizanî û sihet) sala 1997´an li bajarê Elmanyayê Mainzê hatiye damezirandin. Di bin serokatiya Prof. Dr. Gerhard Trabert de xebatên xwe didomîne. Ev 25 sal in bê heq xizmetên tenduristiyê dide feqîr, xizan û bi taybetî yên bêmal. Her wiha li ser modelên xizmeta sihetê û tenduristiyê yên alternatîf dixebite, projeyên nû bi pêş dixe û piştgiriyê dide kesên ku projeyên bi vî rengî amade dikin.

Komele ji bo xebatên xwe dibêje, “Em pabendî Peymana Cenevreyê ya 1948´an in a ku jê re Sonda Hîpokratî ya nûjen tê gotin. Em bawer dikin ku nexweş hemû, bêyî ku li rewşa wan a qanûnî û aborî bê pirsîn, mafê wan e ku bê cudahî bijîşk wan derman bikin. Exlaqê me yê bijîşkî ew e ku em xizmeta sihetê ya kesên hewcedar bikin.

Li derveyî Elmanyayê, li cihên ku hewcedariya bi xizmeta sihetê heye, em komele di çarçoveya derfet û îmkanên xwe de xizmeta xelkê dike. Heta roja îro, li Ukrayna, Lesbosa Yewnanîstanê ji bo penaberan, li Kenya û bajarê Kobanê komeleyê cih ava kirine û li wir mirovan bêpere û berdêl derman dike. 

 

Dr. Besrawî Elî kî ye?

 

Dr. Besrawî Elî 48 salî ye, zewicî ye û sê zarokên wî hene. Li Kobanê ji dayik bûye û li wir mezin bûye. Sala 1991’ê ji bo xwendina zanîngehê çûye Rûsyayê. Piştî perwerdeya deh salan a li ser ortopedî û emeliyata hestî, sala 2001’ê vegeriya Kobanê. Di navbera salên 2001-2014’an de li Kobanê klînîkeke taybet bi rê ve bir. Dawiya sala 2015’an çûye Elmanyayê, kordînatoriya şaxê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Komeleya Armut und Gesundheit in Deutschland dike. Pêwîstiyên tenduristiyê yên şaxê Kobanê ji herêmê re dişîne. Di heman demê de salê şeş ​​mehan diçe Kobanê û dema hewce dike emeliyatên lazim dike.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.