Em ê li ber xwe bidin

Pêncşem 20 Adar 2025 - 03:10

Şêniyên Kobanê yên ku li bendava Tişrînê çalakiya nobedariyê dikin, dan zanîn ku ew ê heta nefesa xwe ya dawîn berxwedana xwe bidomînin. 

Li hember komkujiya hovane ya artêşa Tirk a dagirker a li mezrayeke di navbera gundên Qumcî û Berxbotanê yên Kobanê de ku di encamê de 9 endamên malbatekê şehîd bûn, şêniyên Kobanê yên li bendava Tişrînê diyar kir ku ew ê heta nefesa xwe ya dawîn berxwedana xwe bidomînin.

Şêniya bi navê Şêrîn Mistefa ku ev çend roj e li Bendava Tişrînê li ber xwe dide, got: "Komkujiyên dewleta Tirk a dagirker di sala 2015'an de ji Helebceyê heta Kobanê û heta Komkujiya Berxê Batanê, hemû bi yek armancê pêk tîne, ew jî tunekirina gelê Kurd e. Cîhan jî vê yekê temeşe dike. Lê em gelekî berxwedêr in, vîna me naşike. "

Receb Cuma jî der barê mijarê de axivî û wiha got: "Komkujiyên li ser gelê Kurd gelek in, lê kujer yek e, ew jî dewleta Tirk e. Ji Helebce heta Kobanî, heta bendava Tişrînê, Tirkiye li ser  xwîna gelê Kurd dijî.”

Dayika 3 zarokan Îslam Elî jî wiha got: “Gelo sûcê vê malbata ku di xew de hat qirkirin çi ye? Em gelên aştîxwaz in, em ji aştiyê hez dikin û me tu carî êrişî tu kesî nekiriye. Ev xak xaka me ye, çima em bê sedem tên kuştin.”

ANHA/BENDAVA TIŞRÎN/DICLE EHMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.