Pira dîrokî li ber hilweşînê ye

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 2 Sibat 2024 - 04:30

Pira Şapatanê ya dîrokî ya li gundê Şapatan ê Şemzînan a Colemêrgê ji ber bêxemiyê bi hilweşînê re rû bi rû ye. Ev pir ku li ser rûbarê  li nêzî gund diherike di salên 1800’î de hatiye çêkirin, 6 metreyan bilind û 20 metreyan jî dirêj e.  

Lijneya Herêmê ya Parastina Berhemên Çandî ya Wanê di sala 2015’an di çarçoveya Qanûna Parastina Berhemên Çandî û Xwezayî ya hejmar 2863’yan de ev pir weke “berhema çandî ya neguhêzbar ku divê were parastin” tescîl kir. Di nav salan de gelek karesatên xwezayî li herêmê çêbûn lê dîsa jî pira dîrokî xwe li ser pêyan girt. Li gel ku hatiye tescîlkirin jî terkî qedera xwe hate kirin. Aliyekî pirê hilweşiyaye û li benda restorekirinê ye. Lê di vê mijarê de tu hewldan nehatine destpêkirin. 

MA/COLEMÊRG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.