Piltan; rengê çiyê û dengê axê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 21 Tîrmeh 2025 - 00:43

Hunermend Şenol Akdag albûma xwe ya nû ya bi zimanê Kirmancî (Zazakî) “Piltan” amade kir û çar stranên wê yên yekem li platformên dîjîtal bi guhdarvanan re hatin parvekirin. Stranên “Piltan”, “Zeryam”, “Derdi Derdi” û “Havada Kar Sesi Var” ên di albûmê de cih digirin, wekî beşek ji hewldana parastina ziman û çandekê ku di bin xetereya wendabûnê de ye, têne nirxandin.

Albûma ku ji heşt stranan pêk tê, şeş ji wan bi Kirmancî û du jî bi Tirkî hatine tomarkirin. Yek ji stranên bi Tirkî anonîm e, ya din jî a helbestvanê gelêrî yê Sivasî Alican Çelik e. Stranên “Zeryam” û “Piltan” ên di albûmê de, ji besteyên orîjînal ên Akdag ên bi gotin û muzîk pêk tên.

Di albûmê de, awazên kevn ên herêma Dêrsimê jî ji nû ve hatine şîrovekirin. Akdag, ku ji berhemên helbestvanên gelêrî yên wekî Sey Qajî, Sah Heyder, Bava Gulum û Baba Dil îlham girtiye, xebata xwe wekî “rengê çiyê, dengê axê û dengê hundirîn ê gel” bin av dike. Akdag diyar kir ku albûm ji bo ziman û erdnîgariyê wekî rêzgirtinekê ye.

Şenol Akdag kî ye?

Şenol Akdağ di navbera salên 1996-2005’an de di nav koma Munzurê de beşdarî xebatên hunerî bûye û piştre jiyana xwe ya muzîkê bi awayekî takekesî domandiye. Di sala 2015’an de albûma xwe ya yekem a solo bi navê “Payîz” derxistiye. Herwiha di sala 2021’ê de “Bêvengiya Astaru” û “Yol Ver Dağlar”, di sala 2023’yan de “Bana Kendi Dilinden” û di sala 2024’an de bi navê “Tarihin Irmağında” albûmên wî hatine weşandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.