Pilingê Kurdistanê vê carê sax hat dîtin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 15 Kanûn 2021 - 22:15

  • Pilingên Kurdistanê (Leopar) êdî hema hema tenê di çîrokan de hene. 

Pilingên Kurdistanê (Leopar) êdî hema hema tenê di çîrokan de hene. Yek ji van pilingan Sibata 2019´an li Çinara ser bi Amedê hatibû kuştin. Lê dîmenên saxê wan li Kurdistanê nehatibû dîtin. 

Niha nêzî sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de li Îdirê kamerayeke termal dîmenê Leoparekê girt. 

Bi vî awayî hebûna leoparên sax li Bakurê Kurdistanê jî piştrast bû. Pilingên Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê ji xwe gelek caran hatibûn belgekirin.

Wekî din li Azerbeycan, Ermenistanê jî ev heywan hatiye dîtin.

Bi her halê pilingên Kurdistanê di asta kurewî de di tehlûkeya nemanê de ye. Ji ber wê jî parastina wan ji bo dewama cûreyê wan muhim e. 

ÎDIR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.