Dîwandare bajarekî li rojavayê wilayeta (ostanê) Kurdistanê ye, li Rojhilatê Kurdistanê. li bajêr gelek cihên hêjayî dîtinê hene, hem di warê şûnwaran û bermahiyên dîrokî û hem jî di warê bedewiya xwezayî de. Yek ji van jî Şikefta Kereftû ye, lê ji ber xemsariya rayedaran ew jî îro bi kêra serdana xelkê nayê.

Gelek ji deverên hêjayî dîtinê, li Dîwandare bê xwedî mane. Dewleta Îranê di nava krîza xwe ya malî û aborî de, niha dixwaze barê bipêşxistina derfetên xwedîderketina li şûnwaran û xwezayê tenê bixe stûyê welatiyan û sektoreke taybet a  bertîlxwur. Rejîma Îranê bi rêya wezîrê xwe yê tûrîzmê Sibata bihurî dabû zanîn ku divê ew Kurdistanê di warê tûrîzma xwezayê û tûrîzma çandê de bi pêş bixin. Lê çawa em ji dewleta Tirk nas dikin, pirraniya caran ev "bipêşxistin" dikare xirakirina xwezayê û şûnwaran îfade bike.

TEHRAN