Pîlanên dewleta Tirk

În 4 Îlon 2020 - 17:15

  • Bi awayekî eşkere diyar dibe ku niyeta dewleta Tirk dagirkirina Başûrê Kurdistanê û tevahî destketiyên gelê Kurd e

Hikûmeta AKP-MHP ya faşîst û neteweperest projeyek amade kiriye da ku heya sala 2023’an bibe serî û pîlanên tê de hene, bi cih bîne. Ji bo pêkanîna vê projeyê jî hem eşkere hem jî veşartî kar dikin. Stratejiya projeyê jî dagirkirina Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ye. Pêngavên vê dawiyê yên dewleta Tirk jî di çarçoveya bicihanîna vê projeyê de ne.
Ev zêdetirî du mehan e ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêma Heftenînê zêde kirine. Her çiqas tê gotin ku êrişan li dijî gerîla dikin, lê ji axaftin û daxuyaniyên rayedarên Tirk bi awayekî eşkere diyar dibe ku niyet dagirkirina Başûrê Kurdistanê û tevahî destketiyên gelê Kurd e, ango qirkirina Kurdan e.
Niha li ser herêma Heftenînê êrişek pirr dijwar heye, rayedarên dewleta Tirk diyar dikin ku piştî Heftenînê ew ê êrişê herêma Zê bikin. Yanî dixwazin bi kûrahiya 40 kîlometreyan bikevin nava xaka Başûrê Kurdistanê.
Armanca sereke ya dewleta Tirk ew e ku deverên sînorî bi dirêjahiya sinorê Rojava û Başûr ta sinorê Rojhilatê Kurdistanê dagir bike. Êrişên Heftenînê jî beşek ji vê dek û dolabê ne ku dewleta Tirk ji sala 2015’an ve ji bo bicihanîna wê dixebite.

Gava piştre Kerkûk û Mûsil e


Di sala 2015’an de serokkomarê Tirk Erdogan di reklamek partiya xwe de propaganda wê yekê dikir ku wê rojek were Heleb, Mûsil, Kerkûk û Hewlêr bikeve destî Tirkiyeyê.
Dewleta Tirk aloziyên siyasî û guhertinên li Iraqê çêdibin ji xwe re wek firsend dibîne ji bo hîn zêdetir destwerdanê di nava Iraqê de bike û pêngavên xwe hîn bileztir bike ji bo zindîkirina Misaqî Milî. Armanca dewleta Tirk ew e ku dixwaze Mûsil û Kerkûkê bi ser erdaTirkiyê bike.
2017’an Erdogan di axaftinek xwe de li ser hebûna Kurdan a li Kerkûkê diyarkiribû ku Kurdan Kerkûk dagirkiriye û gotibû; “Ti mafê Kurdan li ser Kerkûkê nine.”

BERHEM LETÎF/ROJNEWS/SILÊMANÎ

 

Hedef destketiyên Kurdan hemû ne

Mamostayê Zanîngeha Dihokê û Endamê KNK’ê Dr. Kamîran Berwarî, têkildarî metirsiya pîlanên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê axivî û got: “Niyeta dewleta Tirk di jêr navek din de avakirina dewleta Osmanî ye. Dixwaze vegere herêmên ku di berê de di destên Osmaniyan de bûn. Ji bo pêkanîna vê yekê jî pêngava yekem li Rojavayê Kurdistanê bi alîkariya hinek hêzên navneteweyî avêt. Di heman demê de ji sala 1983’an ve dewleta Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike. Ger pîlanên wê bicih werin wê hemû destkeftên gelê Kurd ên li her çar parçan tine bibin. Ji bo wê metirsiya sereke li ser Başûrê Kurdistanê ye.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.